Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin 2022-03-20 08:42:47 MÊRDÎN - Mala welatiyekî êzdî ku li gundê Birêgiriya ya bi ser navçeya Nisêbînê ve ye û ev gundê ku cerdevan lê hene, hat şewitandin.    Mala welatiyekî êzdî ku li gundê Birêgiriya yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijî, bi şev ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin. Mala ku aydê welatiyê êzdî Gurrî Karaca ye ji ber hêj înşaet bû kes lê nedijî û tiştek bi kesekê nehat.    Hat hînbûn ku di navbera serdecevan Hamza Badûr, keyayê gund Suleyman Çelîk û welatiyê êzdî Karaca de beriya niha jî rageşî derketiye. Hat diyarkirin ku zext li Karaca hatiye kirin ku gund terk bike. Hat zanîn ku Karaca yê piştî demekî dirêj vegeriyaye gundê xwe xwestiye xanî ji xwe re çêbike, pişt re her tim zext lê hatine kirin. Tevî xaniyê wî bi rûhsete jî bi hêceta qaçax e, her tim hatiye gilîkirin.