ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-20 09:00:05 * Secan Kûrkût diyar kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e, lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û got: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin."  * Fesîh Erdemcî ku piştî 30 salan ji girtîgehe derket behsa Newrozên girtîgehan kir û got: "Sê niftikên Mazlûm tenê ne hucreyekê, dîrokekê ronî kir. Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim."    * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Bakî Remzî Sûîçmez, diyar kir ku ji ber ku Qanûna Çandiniyê nayê pêkanîn dewlet deyndarê cotkaran e û deynê cotkaran bi giştî 230 milyar TL ye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 377'emîn de berdewam bike.    * Îro dê li Wan, Riha, Colemêrg, Êlih, Çewlig, Semsûr, Dîlok, Xarpêt, Silopiya, Farqîn, Erxenî, Çinar, Tetwan, Bazîd, Kop, Dêrik, Stewr, Elbîstan, Yeşîlyurt, Stenbol, Edene, Manîsa, Denîzlî, Aydin, Eskîşehîr, Enqere, Çanakkale, Bûrsa, Osmaniye, Antalya, Dortyol, Ayvalik, Bodrûm, Çorlû û Îskenderûnê pîrozbahiyên Newrozê dê bên lidarxistin. (10.00-17.00)   * Ciwanê kurd Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017'an de li Amedê hat qetilkirin, dê li ser gora xwe ya li Meletiyê bê bibîranîn. (14.00)    * Li Amedê dê resepsiyona Newrozê li otelek bajêr bê dayîn. (18.30)