Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin 2022-03-20 09:01:37 MELETÎ - Secan Kûrkût diyar kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e, lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û got: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin."  Xwendekarê Fakulteya Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Kemal Kûrkût (23), di 21'ê adara 2017'an de ji bo tevli Newroza Amedê bibe, li têketina Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Waliyê Amedê yê wê demê têkildarî bûyerê daxuyandibû ku bûyereke "xwekujiyê" bûye, lê piştî rojnamevan Abdûrrahman Gok bi 8 wêneyan rastiya bûyerê eşkere kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin û ji bo vê guh li 72 polîsan hatibû kirin. Ji polîsan derbarê Yakûp Şenocak bi sûcê "kuştina qesdî" îdianame hatibû amadekirin. Çendî raporên krîmînal, pêzaniyê û Buroya Krîmînal a Neteweyî hebûn jî, doz bi îdiaya "kêmbûna delîlan" bi beraetê bi dawî bûbû. Her wiha heqê parêzerê polîsê kiryar Şencak jî ji budçeya Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatibû dayîn.   Di dozê de polîsê kiryar beraet kiribû, lê ji bo wêneyên girtibûn polîsan du caran avêtibû ser mala rojnamevan Gok û derbarê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Di dozê de hatibû xwestin ku 20 sal ceza li Gok bê birîn.    Her wiha dadgehan qîma xwe bi vê jî neanîbû. Doza tazmînatê ya malbata Kûrkût ku bi hinceta "kêmaniya di xizmetê de" li Wezareta Karên Navxweyî vekiribû û dadgehê biryar dabû ku divê wezaret 256 hezar TL tazmînata madî û manewî bide malbatê di 12'ê çileyê de ji aliyê dadgeha îstinafê ve hatibû xerakirin.      HÊ JÎ ŞÎNÊ DIGIRIN   Bi boneya salvegera qetilkirina Kemal Kûrkût me xwest em hevdîtinê bi dayik Secan Kûrkût re bikin. Piştî ku bira Ferhat Kûrkût diyar kir ku "Diya min êdî hew deyax dike biçe xaniyê ku odeya Kemal lê heye" me cihê civana xwe guherand û me pê re li mala wê ya li navçeya Battalgaziyê civana xwe kir. Her wiha bira Kûrkût bilêv kir ku piştî mirina birayê wî diya wî qet dest nedaye odeya birayê wî.    Beyî ku em hevdîtinê bi dayik Kûrkût re bikin, em pêşî çûn xaniyê ku zarokatiya Kemal Kûrkût lê derbas bûye. Par beriya bîranînê em cardin hatibûn me li odeya wî mêze kiribû. Vê carê jî gava em çûn odeya wî me dît ku her tişt wek xwe ye, tu tişt neguheriye, ji xeynî tiştekî. Ew jî 13 wêneyên Kemal li odeyê hatine bicihkirin.    Gava em çûn xaniyên wan ên li navçeya Battalgaziyê, me dît li vir tu wêneyên Kemal tune ne. Lê dayik Secan wêneyekî Kemal ê bi kemanê hatiye girtin, di paxila xwe de veşartiye. Dayikê ev wêne xist hundirê çarçoveyekê û dest bi qiseya xwe kir.   BI HESRETA BAV MEZIN BÛ   Dayik Secan, diyar kir ku gava Kemal 4 salî bûye bavê wî ji ber pençeşêra kezebê jiyana xwe ji dest daye û Kemal ji ber nexweşîna bavê xwe qet nikaribûye bavê xwe hembêz bike. Dayik Kurkût, anî ziman ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye tevî zarokên xwe Ercan, Cîhan, Ferhat û Kemal li nav zeviyên mişmişan xebitiye û bi vî awayî zarokên xwe mezin kiriye. Dayik Kûrkût ku got "me gelek eziyet kişand" ji bo Kemal wiha got: "Pir ji henekan hez dikir. Tim henek dikirin û em dikenandin. Şermokî bû. Tim digot, 'gava dibistan biqede ez ê stranan bibêjim.' Behsa xeyalên xwe dikir û ji min re digot, 'Te pir eziyet kişandiye, ez ê bikim ku tu li qesran bijî.'"    KÊLIYÊN DAWÎ!    Dayik Secan, diyar kir ku Kemal beriya Newroza Amedê bi 20 rojan jê re gotiye dê biçe Newrozê û wiha behsa kêliyên dawî yên bi kurê xwe re kir: "Ji min re got, 'Ez ê biçim Newrozê. Birayê min li Êlihê ye, ez ê biçim cem wî jî û du roj bi şûn de vegerim.' Min jî got, 'neçe'. Piştî min wisa got qet behs nekir. Beriya Newrozê bi rojekê bi şev li hewşê bi kûçik re dilîst. Dinya sar bû û min jê re got were hundir. Wê kêliyê, cara dawî bû ku min ew dît. Serê sibehê nîşeyek danîbû ber deriyê odeya xwe. 'Min nerihet nekin, berguhk di guhê min de ne.' Ez jî çûm nav erdê mişmişan. Êvarî gava ez hatim malê, mal qelebalix bû, lê kesî tiştek ji min re negot. Her dawî gava min israr kir gotin, 'Kemal qeza kiriye.' Serê sibehê em birin morgê, ez li wir hîn bûm."    'ÇIMA?'   Dayik Secan, bilêv kir ku tahde li cenazeyê Kemal hatiye kirin û gava cenaze dihat şûştin av hat qutkirin, şaredariyê wesayîta cenaze nedaye û nehatiye hiştin li kêleka bavê xwe bê veşartin. Dayik Secan, diyar kir ku piştî 5 salan ji polîsên ku kurê wê kuştine pirsiye "Çima we ew kuşt?" û hê jî wêneyê ku rojnamevan Gok kişandine rê wê nedane. Dayik Secan, anî ziman ku tê gotin di wan wêneyan de Kemal tazî ye û got: "Kesên kurê min kuştin wekî tu tişt nebûbe ji xwe re digerin. Ez çûm dadgeha ewil û min got, 'ez gilî dikim.' Ez ê heya dawiyê gilî bikim."   Dayik Secan pirsa "Çi sûcê Kemal, Berkîn, Alî Îsmaîl û bi sedan zarokên din ên niha navê wan nayên bîra bûn hebû?" kir û wiha domand: "Ev çito edalet e? Ev çito dewlet e? Bila ceza li wan bê birîn. Dadgehê beraet da polîs û bi vî awayî careke din Kemalê min kuşt. Ez edaletê dixwazim. Bila ciwan nemirin. Bila ciwanan nekujin. Wan jî xeyalên xwe hene û dixwazin bijîn."   BANGAWAZÎ   Dayik Secan Kûrkût, destnîşan kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û axaftina xwe wiha qedand: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Beriya her kesî bila navê wî bilêv bikin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin. Em ê di 20'ê adarê de cardin biçin ser gora wî. Çi qas qelebalix be em ê ew qas kêfxweş bin. Bila me bi tenê nehêlin."    MA / Emrûllah Acar