'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim' 2022-03-20 09:05:00 AMED - Fesîh Erdemcî ku piştî 30 salan ji girtîgehe derket behsa Newrozên girtîgehan kir û got: "Sê niftikên Mazlûm tenê ne hucreyekê, dîrokekê ronî kir. Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim"  Îsal Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftine ye" li gelek deveran tê pîrozkirin. Wekî gelek qadan, Newroz li girtîgehan jî tê pîrozkirin. Fesîh Erdemcî ku di 1992'yan de li Gimgim a Mûşê hatibû girtin û di 29'ê adara 2021ê de hatibû berdan, behsa Newrozên li girtîgehan kir.    ‘ME DI HUCREYA MAZLÛM DOGAN DE PÎROZ KIR’   Fesîh Erdemcî, anî ziman ku dema hatiye girtin ew anîne Amedê, xistine qawîşa 35'an û wiha got: “Me li qawîşa 35'an li cihê heval Mazlûm Dogan Newroz pîroz kir. Dema meriv di 35’an de wan her sê niftikan, hucreya Mazlûm Dogan û kirasê Mazlûm Dogan ê spî dibîne, ev ji bo meriv dibin moral û kelecan. Ew hesinê ku wî destê xwe dane wan... Dema meriv wan tiştan dibîne, bihêz dibe. Dîrokek li wir heye. Bi sê niftikan hucre ronî kiriye. Meriv di aliyê fîzîkî de bifikire, sê nift tenê dikare nava hucreyeke yek mîtro ronî bike, lê li aliyê din gava mirov lê bifikire ew her sê niftik dîrokek ronî kir."    Erdemcî, diyar kir ku di girtîgehê de di şeva 20’ê adarê de dest bi amadekariyên Newrozê dikirin û wiha behsa Newroza 1992'yan a li Girtîgeha Amedê kir: “Şeva 20’ê adarê di hucreya Mazlûm Dogan de 3 niftik hatin vêxistin. Em hemû derketin qata 4’an me li hucreya wî mêze kir. Kiras û çend tiştên wî daliqandî bûn. Wê şevê ji bo Newrozê bi awayekî temsîlî agir hat vêxistin. Li dora agir govend hatin gerandin. Hevalan şano jî amade kiribûn. Şano, li ser Mazlûm Dogan, heval Xeyrî, heval Kemal Pîr û hevalên din ên wê demê bû. Di şanoyê de me hîn bêtir ew berxwedana wan a li dijî zilmê hîs kir. Me li vir Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdem baş nas kir. Di nava ew qas zordariyê de meriv çawa dikare bi bîr û baweriya xwe, bi çoşa xwe bijî? Ez li wir hîn van tiştan bûm."   ‘ZINDAN NIKARIN ME JI AZADIYÊ DÛR BIXIN'   Di berdewama axaftina xwe de Erdemcî da zanîn ku wan ji bo ewlehiyê  Newroz di 22’yê adarê de pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wan digot qey em ê di 21’ê Adarê de pîroz bikin. Ji ber lêgerînê û avêtina ser qawîşan, me tevdîrek wisa digirt. Di girtîgehe de her tişt bedêleke xwe heye. Piştî pîrozbahiya Newrozê ceza jî dihatin birîn, lê dîsa jî me bi şano û agir tevdîren xwe digirtin û Newroz pîroz dikir. Meriv di nav çar dîwaran de jî dikarê li gorî bawerî û dîroka xwe azad bijî. Zindan nikarin me ji azadiyê dûr bixin."   BI KAXIZEKÊ AGIRÊ NEWROZ HIL KIRINE   Erdemcî, anî ziman ku carek di hucreyê de bi kaxizekê Newroz pîroz kiriye û ew roj wiha vegot: "Piştre girtîgehên bi Tîpa F ava kirin. Ev bi mantiqa ku me ji hev dûr bixin ava kirin. Lê em sê kes jî bûna, em li gor jiyana komunê tevdigeriyan û me xwe perwerde dikir. Min carekê Newroz di hucreyê de bi kaxizekê pîroz kir. Dema me kilam digotin, cezayê disiplînê li me dibirîn. Carekê du salan cezayê qedexekirina hevdîtinê birîn. Me li kîjan odeyê agirê Newrozê vêxista, davêtin ser wê odeyê. Car hebû em sê kes me li hewadariyê Newroz pîroz dikir. Yanî wateya wê vîna me xurtir dikir. Tu ji zordaran re dibêjî, 'tu min bi tenê di hucreyekê de bihêlî jî, bi hestê jî ma be ez ê Newrozê pîroz bikim.' Anku çi bikin jî, qedexeyên wan çi dibin bila bibin lê dîsa jî dê nekarin agirê ku Mazlûm Dogan vêxistiye vemirînin."    ‘EM BI RUHÊ KAWAYÊ HEMDEM TEVLI NEWROZÊ BIBIN’   Di dawiya axaftina xwe de Erdemcî ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir û wiha got: “Divê em bi vê şîarê, bi coşeke mezin tevli Newrozê bibin. Serkeftina me bi ruhê Newrozê, bi ruhê Kawayê Hemdem dê were avakirin. Ji bo min Newrozeke nû ye. Ez ê piştî 30 salan, yekemîn car li derve Newrozê pîroz bikim. Ev ji bo min cihê kelecaniyeke mezin e. Divê êdî zindan werin valakirin. Bangewaziya Newrozê jî ev e. Ev Newroza serkeftinê ye, ya azadiyê ye. Gelê me yê li derve jî bila bizane ku dilê zindanan bi wan re ye, hêvî û baweriya wan bi derve ve girêdayî ye. Çavê hemûyan jî li vê Newrozê ye. Ji bo serkeftinê, li benda derve ne. Bangewaziya min ew e ku bila girtî jî û yên derve jî bi heman dirûşmê bi hev re Newrozê pîroz bikin.”