Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin 2022-03-20 09:44:31 AMED - Amed ji bo mazûvaniya Newrozê amade ye. 189 rojnamevanên xwecihî û biyanî ji bo şopandina Newroza Amedê serî li akreditasyonê dan. Bajarê Amedê dê sibê carek din wek her sal mazûvaniya Newrozek bi heybet bike. Amed ji bo vê roja dîrokî amade ye. Dê pîrozbahiya Newrozê li Qada (Parka) Newrozê di navbera saet 09.00-17.00’an de were lidarxistin. 189 rojnamevanên xwecihî û biyanî ji bo şopandina Newroza Amedê serî li akreditasyonê dan. Gelek rojanemvanên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê di nav van rojnamevanên serlêdan kirine de cihê xwe digirin.