Girtiyan Newroz pîroz kir 2022-03-20 11:11:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê, Newroza gel pîroz kirin û kurdan vexwendin qadên Newrozê.    Newroz îsal bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li gelek navendan tê pîrozkirin. Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê, derbarê Newrozê de daxuyaniyeke weşandin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya, Newroza gel pîroz kir. Kaya, diyar kir ku wê girtiyan PKK’î û PAJK’î îsal bi ruhê "Dem dema serkeftinê ye" Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de em hemû şehîdên Newrozê ku roja hebûn û berxwedana gelê kurd Newrozê heta îro anîne bi rêzdarî bi bîr tînin.    Daxuyanî Kaya bi tevahî wiha ye:    "Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê; em jî Newroza ku wê îsal bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' bê pîrozkirin, weke girtiyên li zindanan bi heman ruhî pîroz bikin. Şehîdên Newrozê di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Newrozê li Rêber Apo, hevrêyên li zindanan, li gerîla û tevahiya gelê me pîroz dikin. Newroz wê gelekî xurt derbas bibe; li ser vê bingehê sala 50'emîn a Rêbertî û PKK'ê wê weke saleke mezin a têkoşînê cihê xwe di dîrokê de bigire.   Berxwedana zindanê bi çirûska Newrozê gur bûye, şehîdên Newrozê serhildan afirandin, di her Newrozê de gelê Kurd xwe bi nirxên nû ava kiriye. Îro şoreşa mezin a demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa neteweyî, şoreşa çandî, şoreşa vejînê di Newrozê de pêk hatine. Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan bûn havênê lehengî û welatparêziya rasteqîn a civaka Kurd a nû. Van rastiyan kir ku gelê Kurd bibe gelê serhildanê û gelê Newrozê. Gelê Kurd xwe bi nirxên bedew û dewlemend xemiland, bû gelê Newrozê ku têk naçe. Gelê Kurd 50 sal in bi ruhê Newrozê li ber xwe dide, têdikoşe û bû gelê pêşeng ê sedsala 20'î ku wê gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Gelê Kurd ê bûye Newroz veguheriye gelên Rojhilata Navîn ê Newrozbûyî.   Em bi kelecan, coş û hêviyeke mezin Newroza 2022'an pêşwazî dikin. Bi nirxên mezin ên têkoşîna Rêbertî ya sala 50'î û îradeya têkoşînê, di sala 50'emîn de em ê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bikin. Em dibêjin êdî jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nakin. Azadkirina Rêberê me ku xizmetên mezin ji gelê me û mirovahiyê re kiriye em weke deynekî mezin dibînin. Azadî û demokasî bi xwedîderketin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî dibe.   Serdema Newrozê ya hemdem ku beriya 50 salan dest pê kir gelek tişt bi gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn da qezençkirin; di sala 50'emîn a Partî û Rêbertî de divê Newroz hîn bi xurtî bê pîrozkirin, sala 50'emîn bibe sala hliweşandina faşîzmê û sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan; gelê Kurd û dostan dikin ku her qadên bikin qada Newrozê, biherikin qadên Newrozê, bi azadkirina Rêbertî re li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn serdemeke nû ya azadî û demokrasiyê biafirînin."