Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin 2022-03-20 11:23:02 NAVENDA NÛÇEYAN – Agirê Newrozê îro Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Îzmîr, Edene, Silopiya, Bazîd û Farqîn jî di nav de dê li 36 navendan were hilkirin.  Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li çar aliyan bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tên pîrozkirin û di heman demê de partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî, partiyên çep û sosyalîst û rêxistinên demokratîk de jî beşdar dibin. Starta Newroza îsal di 15’ê adarê de li Bêşebapê hat dayîn. Îro jî agirê Newrozê li Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Îzmîr, Silopiya, Bazîd û Farqîn jî di nav de dê bi giştî li 36 navendan bê hilkirin.      RIHA   Yek ji navendên ku dê Newroz lê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin jî Riha ye. Hêj di saetê zû yên serê sibehê de bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Jin, bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn qada Newrozê ya Stadyûma 11’ê Nîsanê. Welatiyên ku beriya pîrozbahiyê hatin qadê, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Bi hezaran kesên ku hatine qadê, dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di pîrozbahiyê de tevlibûna zêde ya ciwanan balê dikişîne. Di heman demê de “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Di destê welatiyan de flamayên HDP’ê û lolîpopên ku wêneyên Emîne Şenyaşar a 377 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire li ser, hebûn.    Di pîrozbahiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek dê weke axaftvan beşdar bibin. Li gel axaftvanan, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hatin qadê.    Di pîrozbahiyê de hunermend Kadîr Çat, Erdogan Emîr û Koma Hewra dê derkevin ser dikê.        DÎLOK   Pîrozbahiya Newroza Dîlokê ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, bi coşeke mezin dest pê kir. Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûne. Li qada Newrozê pankarta “Ciwan bi ruhê 68’an li her deverê ye” hatibû daliqandin. Her wiha polîsan nehêlan ku pankarta wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kurkut li ser bûn têxin qadê. Welatî, ji sê aliyan ve ketin qada Newrozê û niha jî li ber stranan govendê digerînin.    Tê payîn ku dê di çarçoveya bernameyê de parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul û endama Meclisa Jinan Gulcîhan Şîmşek biaxivin. Hunermend Mîkaîl Aslan û Şerzat jî dê piştre derkevin ser dikê û stranên xw bibêjin.    MELETÎ   Newroza Meletiyê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkuyê tê pîrozkirin, dest pê kir. Meletiyan, di saetên serê sibehê de bi kincên xwe yên herêmî berê xwe dan qadan Newrozê. Beriya ku welatî bên polisan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatiyan di nuqteyê lêgerînê de derbas kirin û wisa berdan qadê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li ser dikê jî wêneyê Kemal Kûrkût ku di sala 2017'an de di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hatibû kuştin di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin.    Di berdewama pîrozbahiyê de wê Parlementerê HDP'ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî biaxive û piştre jî Koma Çiya derkeve ser dikê û stranan bibêje.   EDENE    Xelkê Edeneyê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan ve diherike. Li qada Newrozê flamayên “Bijî têkoşîna ciwanên şoreşger”, “Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayên hemdem, bijî Newroz” û pankartên “Em ê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê têk bibin”, “Newroz pîroz be” û “Kemal Kurkut nemir e” hatibûn daliqandin.    Welatî ji du noqteyên kontrolê ketin qada Newrozê û kesên ku bi cil û bergên kurdî hatibûn qadê rastî astengiyên polîsan hatin. Li ser vê yekê welatiyan sekneke xurt raber kir û bi dirûşman ev kiryara polîsan protesto kir. Polîs neçar man ku paşde gav biavêjin. Welatî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” ketin qadê û li ber stranan xelekên govendê gerandin.    STENBOL   Gelên ku ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dayîn qada Newrozê ya Yenîkapiyê, li ber stranan xelekên govendê gerandin, dirûşman berz dikin û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz dikin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin û welatî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqîrin.     Dema welatî ber bi qada Newrozê ve dihatin, li ketina Metroya Yenîkapiyê û li noqteyên lêgerînê govend gerandin. Li van deveran welatiyan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji Ocalan re” berz kirin.    Hem li derketina metroyan û hem jî li deverên cuda yên daketina qada mitîngê de Komîteya Amadekar a Newrozê noqteyên kontrolê danîbûn. Tevî hewldanên astengkirinê yên polîsan jî welatî bi pankart û flamayan daketin qada Newrozê.