Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê 2022-03-20 11:27:38   STENBOL - Welatiyên li navçeyên dûr ên Stenbolê rûdinin ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapiyê bi wesayîtên xwe taybet û otobusan derketin rê. Tevî hewa sar jî ji zarokan bigire heta kal û pîran kom bi kom diherikin qadê.    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Tê payîn bi sed hezaran kes li qadê kom bibin. Pîrozbahî bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê lidarxistin. Pîrozbahî hêdî hêdî dest pê dike. Beriya pîrozbahiyê welatî herikîn qadê. Ji navçeyên dûr ên Stenbolê welatî bi wesayîtên xwe taybet, otobusan ber bi qada Newrozê ve derketin rê.    OTOBUS BER BI QADÊ VE DERKETIN RÊ    Dê îro ji 39 navçeyan xelk biherike pîrozbahiyê. 350 otobus hatine amadekirin û wekî din xelk bi wesayîtên xwe diçe qadê. Tevî hewaya sar û barîna baranê jî bi hezaran welatî bi keştî û tênê tên qadê. Welatiyên ji serê sibehê ve li qadê kom bûne bo coşek mezin û cilên xwe netewî ku li xwe kirine, stranan dibêjin û govendê digerînin.   KEŞTÎ BELEŞ XELKÊ VEDIGUHEZÎNIN    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo welatiyan keştiyan jî beleş organîze kir. Keştî ji Îskeleya Kadikoyê welatiyên kom bûne vediguhezîne cihek nêzî qada Newrozê. Welatiyên ku wesayîtên xwe jî bi alan û flamayan xemilandine bi awayê konvoyê tên qadê.     HERIKÎNA QADÊ    Beriya bernameya Newrozê dest pê bike, li qadê amadekariyên dawî temam bûn. Qada ku dê îro şahidiya sed hezaran welatî bike, hêdî hêdî welatî derbasî qadê dibin. Girseyên ku diherikin qadê stranan dibêjin, dirûşman berz dikin û li gel dengê def û zirnê dimeşin. Girseya ku hêdî hêdî dicive bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.    SIRÛDA ÇERXA ŞOREŞÊ XWENDIN    Rêveber û nûnerên sazî û dezgehan û welatiyên li derketina metroya Yenîkapiyê kom bûne sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û stranan strîn û govend gerandin. Herîkina bi kortejan a ber bi qadê ve didome.    BEŞDAR    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Partiya Kesk û Çep Îbrahîm Akin, Hevberdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali, Hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, nûnerên rêxistinên elewiyan û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî pîrozbahiyê dibin.    BERNAMEYA NEWROZÊ    Dê bername bi derketina ser dikê ya stranbêjên kolanan û hunermend Huriye dest pê bike. Pişt re jî bername wiha ye: “Li ser navê Komîteya Amadekar axaftina vekirinê û silavdayîn, Hevserokên HDP’a Stenbolê dê bi du zimanan xelkê silav bikin, pêxistina agirê Newrozê, xwendina metna hevpar a pêkhateyên Newrozê, axaftina Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, axaftina Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Grûp Vardiya dê derkeve ser dikê. Axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, hunermend Xêro Abbas dê bistrê, li ser navê saziyên elewiyan axaftin, pişt re jî dê Serokê Giştî yê EMEP’ê, Hevserokê ESP’ê, Berdevka SODAP’ê, Hevserokê SYKP’ê, Serokê Giştî yê TÎP’ê, Hevberdevkê Partiya Kesk û Çep biaxivin û di dawiyê de jî Koma Sorjiyan derkeve ser dikê û bername bi dawî bibe.”