Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike 2022-03-20 11:40:30   WAN - Keleha Wanê ku heta niha gelek caran şahidiya Newrozên bi nav û deng kiriye, tevî ku berfeke zêde dibare jî dîsa bi dehhezaran kesan hembêz dike. Bi hezaran kes ji deverên cuda yên bajêr berê xwe dan qada Newrozê ku her ji niha ve tije bûye.    Keleha Wanê ku heta niha gelek caran şahidiya Newrozên bi nav û deng kiriye, niha jî bi hezaran kesan hembêz dike. Yek ji mezintirîn pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tên lidarxistin, li Parka Newrozê ya li devera Keleha Wanê û Gola Wanê digihin hev tê lidarxistin. Tevî hemû astengiyan jî ev bû rojan bû amadekariyên Newrozê dihatin kirin. Îro jî tevî barîna berfa zêde, welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Gelek welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ji navçe û taxan berê xwe dan qada Newrozê.   JIN Û CIWAN HERIKÎN QADÊ    Ji welatiyan gelek jê bi wesayîtên xwe yên taybet û yên din jî bi wesayîtên veguhestinê yên komî di bin berfê de ber bi qada Newrozê ve dimeşin. Welatî ji çar noqteyên kontrolê derbas dibin û wisa dikevin qadê. Heta niha bi hezaran kes ketine qadê. Welatiyên ku ji noqteyên kontrolê yên polîsan derbas dibin, bi dirûşman dadikevin qadê û govendê digerînin. Jinên Wanî bi kiras û fîstanên xwe, zilam jî bi şel û şepikên xwe dikevin qadê. Qada Newrozê hêj niha ve tije bûye. Ji bo xwarin û vexwarinê, li qada Newrozê stant hatine danîn û tevahiya qadê bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Her wiha pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Dem dema azadiya jinan e” li qadê hatine daliqandin.   Ji ber berfa zêde ya ji duh êvarê heta niha dibare, dik di bin berfê de ma û niha tê paqijkirin.    BERNAMEYA TÊR Û TIJE   Di pîrozbahiya Newrozê ku bîsteke din dê dest pê bike de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temelî, Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Feleknas Uca û Tayyîp Temel û Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç dê biaxivin.    Her wiha Koma Lawje, Eleonore, Koma Pel û Ayfer Duzdaş jî dê li ser dikê stranên xwe bibêjin.