Li Wanê Newrozê dest pê kir 2022-03-20 12:19:48   WAN - Bi sed hezaran kesî herikîn ber keleha Wanê û qada Newrozê têje kirin. Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û li qada Newrozê dûrişmeyên "Bijî Serok Apo" tên berzkirin.    Li Wanê, rexmî barîna berfê jî Bi sed hezaran kesî herikîn ber keleha Wanê û qada Newrozê têje kirin. Hê jî herikîna waniyan a ber bi qada Newrozê ve didome. Piraniya kesên ku tên Newrozê ciwan in. Waniyên ku bi kincên xwe yên herêmî û rengîn hatine qada Newrozê mîna baçeyên gulan qadê bi rengên xwe xemilandine. Li qadê bi yekdengî dûrişmeya "Bijî Serok Apo" tê berzkirin.    NEWROZ BERXWEDAN E   Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dema rêzgirtinê bi sed hezaran kesî bi yekdengî dûrişmeya "Şehîd Namirin" berz kir. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Guven, spasiya gel kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Wanê Handan Karakoyûn, got ku Newroz berxwedan û têkoşîn e. Hevserokê HDP'ê ya Bajar a Wanê Fîkret Dogan jî ev tişt got: "Bi dayîna bi hezaran bedelan ev roj hatin. Hûn li van bedelan xwedî derketin. Em pasiya we hemûyan dikin."    Piştî destpêkirina Newrozê û axaftinên vekirinê hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê û stranên xwe got.