Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê 2022-03-20 12:23:06   COLEMÊRG - Li pîrozbahiya Newroza ku li quntara Çiyayê Sumbul a Colemêrgê ku ciwan zêdetir beşdar bûne, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tê berzkirin.    Li Colemêrga ku li qûntarê Çiyayê Sumbul hatiye avakirin û yek ji keleha berxwedana kurdan e bi dirûşemeya “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Welatî tevî hewayê sar jî berê xwe dane Newroza ku li Otogara 5 kîlometreyan ji navenda bajar dûr e tê pîrozkirin. Li qada ku pîrozbahî lê tê kirin bi alên HDP’ê hatine xemilandin û pankartên “HDP gel e nikare were bêdengkirin” , “Semra Guzel vîna gel e” , “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, ji girtiyên nexweş re azadî” , “Em jin in, ciwan in, karker in” , “Niha dema ciwanan e” û “Em xwe diparêzin” hatin daliqandin.    COŞ DERKETIYE ASTA HERÎ JOR   Pîrozbahiya ku ji 7 salî heta 70’ê salî jin û zilam bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî dibin de, tevlîbûna ciwanan a zêde balê dikişîne. Colemêrgiyên ku di noxteyên lêgerînê yên polîsan de derbas dibin, bi stranên ku li ser dikê tên lêxistin govendê digerînin. Li qada ku coş derketiye asta herî jor, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” tên berzkirin.    Dê piştî axaftina Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Kadîr Şahîn, Hevşaredarên HDP’î yên Colemêrgê Humeyra Armût û Cîhan Karaman agirê Newrozê were vêxistin. Pişt re wê hunermend Kasim Dogan li ser dikê cih bigire. Parlementerê HDP’ê Saîd Dede û Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin wê di pîrozbahiyê de biaxivin.”