Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî 2022-03-20 12:42:57   STENBOL - Gel û hêzên demokrasiyê ku diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê, bi zimanê xwe stranan dibêjin û bi dûrişmeyan cejna Newrozê pîroz dikin. Ji qadê timik dûrişmeya "Bijî Serok Apo" bilind dibe û girse daxwaziya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike.    Li Stenbolê, bi sed hezaran kes berê xwe dane Qada Yenîkapiyê ku cejna Newrozê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye"  lê tê pîrozkirin. Di saetên serê sibehê de ji gelek deverên bajar welatî herikîn qadê û çoşa Newrozê bi gerandina govendê dan destpêkirin. Rexmî astengiyên polisan jî welatî bi pankart û flamayên xwe ketin qadê.    BİJÎ NEWROZ   Korteja HDP'ê bi Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum re bi pankarta "Dem dema serkeftine ye" û dûrişmeyên "Bijî Newroz" , "Bê serok jiyan nabe" ket qada Newrozê. Girseyê dûrişmeya "Em ê bi berxwedanê qezenz bikin" berz kirin û alên Newrozê û HDP'ê hilgirtin. Polisan berstûrkên ku wêneyên Hevserokê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser wan bûn desteser kirin.    ZIMANÊ KURDÎ ÇI XWEŞ AWAZE   Enstîtuya Lêkolînên Kurdî jî bi pankarta "Zimanê Kurdi çi Xweş Awaze” meşiya qada Newrozê.    HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI PANKARTÊN XWE LI QADÊ NE    Hêzên Yekkirî yên Têkoşînê (BMG) bi pankarta "Banga têkoşîna yekitiyê ye, Newroz pîroz be" û EMEP jî bi pankarta "Em ê bi aştî û demokrasiyê bi hev re qezend bikin, wê gel qezenc bikin" hatin qadê.    JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN    Rexmî hewaya sar jî ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan bi sed hezaran kes bi kincên xwe yên herêmî li qada Newrozê hatin gelhev û li ber dev û zirneyan govend gerandin. Jinan bi kincên xwe yên rengîn û benên kesk, sor û zer li serê xwe lefandin û reng dan qada Newrozê. Bi sed hezaran kesên ku li qada Newrozê li hev kom bûn dûrişmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin û sirûda çerxa Şoreşê xwendin.    Rêxistina HDK'ê ya Kadikoyê bi keştiyê ket qadê. Bi sedan kesî girseyê bi alên HDP'ê û flamayên kesk, sor û zer û bi dûrişmeya "Bijî HDP" pêşwazî kirin.    Girseya ku qadê têje kiriye dûrişmeyên cuda berz dike û li ber stranên ku tên goin govend digerînin.