Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê 2022-03-20 12:53:16   ÊLIH - Li Êlihê bi deh hezaran kes li qada Newrozê kom bûye û bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” agirê Newrozê dê vêxin.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê li qada kêleka otogarê ya li taxa Pazaryerî tê pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi coşek mezin dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji gundan, naçveyan û navenda bajêr berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran welatî bi cilên xwe yên netewî tevli pîrozbahiyê bûne. Welatî bênavber dirûşman berz dikin. Welatî ji du milan ve diherikin dikevin qadê.   Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi deh hezaran kes li qadê kom dibin. Welatiyan dovîzên bi nivîsên “Denîz Poyraz rûmeta me ye”, “Dem dema azadiyê ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” û “Edî bes e dem dema azadiyê ye” hildan. Welatiyên ku xwe bi rengên flamayên kesk, sor û zer xemilandine li ber stranên ji dika pîrozbahiyê tên lêxistin, govendê digerîne. Girse bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyana nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Girseya li qadê hejmara wan gihîştiye deh hezaran kes. Hêj hatina welatiyan a qadê didome.   Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak dê biaxivin.    Piştî pêxistina agirê Newrozê dê axaftin bên kirin û hunermend derkevin ser dikê.