Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin 2022-03-20 12:54:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku li Antalya, Osmaniye û Hatayê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, bi ketina gelan a li qadên Newrozê dest pê kir.    Li Osmaniyeyê pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Taxa Yûnûs Emre dest pê kir. Piştî gel di du noxteyên polîsan ên lêgerînê de derbas bûn, ketin qada Newrozê. Li qada ku bi flamayên rengîn û bi pifdankan hat xemilandin tevî astengiyên polîsan jî pankartên “Niha dema serkeftinê ye” , “Em ê bi hev re biguherînin, niha dema serkeftinê ye” hatin daliqandin. Ketinên qadê didomin.    ‘JI FAŞÎZMÊ RE NA’   Pîrozbahiyên li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî li Qada Newrozê ya li Taxa Bûlûttepe dest pê kirin. Gel piştî lêgerîna polîsan ketin qada ku bi bariyerên polîsan hatiye girtin. Li qada ku bi flamayên rengîn hatiye xemilandin pankartên “Ji faşîzm û nijadperestiyê re na” û “Newroz pîroz be” hatin daliqandin. Hatina gelê ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî Newrozê dibin didome. Jin bi stranên ku dibêjin govendê digerînin. Ketina qada Newrozê didome.    GEL DIHERIKE QADÊ   Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Dortyola Hatayê jî li Taxa Ocakli hatin destpêkirin. Welatiyan piştî lêgerîna polîsan dest bi ketina qada Newrozê ya bi bariyerên polîsan hatiye girtin bûn. Li qada ku bi alên Newrozê û flamayên kesk û sor û zer hatiye xemilandin pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin. Ketine gel a qada Newrozê didome.    PANKARTA DENÎZ POYRAZ   Li Antalyayê jî pîrozbahî li Qada Arena ya Kepezê hatin destpêkirin. Li qada ku bi alên rengîn û flamayan hatiye xemilandin pankartên “Denîz Poyraz nemir e” û “Em tecrîdê bişikînin û girtiyên nexweş azad bikin” hatin daliqandin. Welatiyên ku di noxteyên lêgerînê yên polîsan de derbas bûn û ketin qadê, bi stranên li ser dikê lêxistin, govend gerandin. Ketina gel a qada Newrozê didome.