Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike 2022-03-20 13:24:50   ÇEWLIG - Li Çewligê bi hezaran kes tevî hewa ku di bin sifrê de 10 pile ye jî ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bûn.    Yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin Çewlig e. Îro li Çewligê hewa di bin sifrê de 10 pile nîşan dide. Tevî vê hewa sar jî bi hezaran xelkê bajêr li qada Newrozê kom bûn. Gelek welatî bi cilên xwe herêmî û flamayên kesk, sor û zer tevli pîrozbahiyê bûn. Girse bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin. Welatî li ber def û zirnê govend gerandin. Hêj welatî tên qada pîrozbahiyê.    Hat zanîn ku ev sê roj in li ser hev berf dibare û gelek welatiyên xwestine ji gundan bên pîrozbahiyê lê ji ber rê girtîbûne nikaribûn bên tevli coşa Newrozê bibin.