Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e 2022-03-20 13:25:57   WAN - Ji pîrozbahiya Newrozê ya Wanê ku bi sedhezaran kes beşdar bûne tekane peyama derketiye pêş, ev bû: “Dem dema azadiya Ocalan e.” Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca di pîrozbahiya Newrozê de axivî û wiha got: “Dê kesek nekare pêşî li vê daxwaza azadiya Ocalan bigire.”    Pîrozbahiya Newroza Wanê ku bi sedhezaran kes tev li bûye, bi coşeke mezin berdewam e. Li qada Newrozê bênavber dirûşm tên berzkirin û xelkê Wanê li dora agirê Newrozê mil dan milê hev. Tekane daxwaza li qada Newrozê derketiye pêş jî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.    Dayika Aştiyê Xecê Akdogan derket ser dikê û wiha got: “Em tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd teqez bê rakirin. Em naxwazin kesek bimire û bila hemû kes di nava aştiyê de bijî.” Piştî axaftinê jî mêvan vexwendin ser dikê û agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re bi sedhezaran kes bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û xelekên govendê gerandin.    ‘50 MILYON BÊSTATÛ NAJÎN’   Piştre jî Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç axivî û wiha got: “Em weke Tifaqa Kurdistanê, Newrozê li gelê xwe pîroz dikin. Ev bi hezaran salane ku li ser vê herêmê zextekê mezin heye. Gelê kurd jî dibêje; ‘Em miletek in.’ Ev Newroz, Newroza azadî û aştiyê ye. Em li vir bangî wan kesên dixwazin me bi polîtîkayên qirêjî, qirkirin û bi komkujiyan tune bikin dikin; dawiya polîtîkaya we hatiye. Sedsala 21’emîn, sedsala kurdan e. Banga me ji bo hemû cîhanê ev e, 50 milyon kurd êdî naxwazin bêstatû bijîn.”    ‘ROJ ROJA AZADIYA OCALAN E’   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ne barîna berfê û ne jî tu astengiyan nekarî pêşî li gelê me bigire. Newroz; Bêrîtan û Mazlum e. Em di rojên dîrokî de ne. Di her têkoşînan de bedelên giran tên dayîn. Gelê me niha bi polîtîkayên şer û qirkirina re rû bi rû ye. Lê hûn çi dikin bikin lê dê nekarin pêşî li gelê me bigirin. Niha li dijî girtîgehan êrişên qirêjî tên kirin. Em ê xwe li ber we netewînin. Dê polîtîkaya we ya li dijî jinên kurd têk biçe û hûn bi ser nekevin. Ev têkoşîn dê bi pêşengtiya jinên kurd bidome. Em li vir ji Wanê bang dikin; yên ku nabihîzin û çavên xwe girtine re dibêjin ku gelê kurd ji bo azadiya Ocalan têdikoşe. Roj, roja azadiya Ocalan e. Hûn çi dikin bikin lê dê nekarin pêşî li daxwaza gelê kurd bigirin.”    Piştî axaftinan, Koma Pelê derket ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê bo coşeke mezin xelekên govendê gerandin.