Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir! 2022-03-20 13:40:33 XARPÊT - Li Xarpêtê tevî qedexeya Walîtiyê jî xelkê govenda azadiyê gerand.   Li bajarê Xarpêtê walîtiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Li ser vê yekê welatî li ber avahiya HDP’ê kom bûn û demek dirêj govend gerandin. Rêveberên HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî dan û gelek welatî tevli bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayên Hemdem agirê Newrozê venemirî” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim bertek nîşanî qedexekirina pîrozbahiya Newrozê da û got: “Çawa ku Kawayan li dijî zilmkaran li ber xwe de em ê jî li ber xwe bidin. Em qedexeya walîtiyê nas nakin û em ê li dijî qedexeyan têkoşîna xwe bidomînin.”    Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got: “Hûn kî ne ku Newrozê li me qedexe dikin. Armanca walîtiyê çi ye? Tişta ku walîtiyê û polîsan aciz dike çi ye? Newrzo aştî, azadî û wekhevî û li dijî zilmê derketin e. Îro li Kurdistanê li dijî zilmê agirê vejînê hil dibe. Îro bi milyonan kes li qadan Newroza azadiyê pîroz dikin. Dem dema azadiyê ye.”    Piştî axaftinan welatiyan govend gerand û pişt re dawî li çalakiya xwe anîn.