Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe 2022-03-20 13:41:15   ŞIRNEX - Gelê Silopiyayê bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi rengên xwe yên kesk, sor û zer diherike qada Newrozê. Ciwanan jî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” peyama ewil a Newrozê dan.    Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” dest pê kir. Gel di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê. Jinên ku cil û bergên xwe yên herêmî û flamayên kesk, sor û zer li xwe kirin, bi laçikên xwe yên spî ewilî hatin qadê. Jinên ku bi kiras û fîstan û xeftanên xwe yên rengîn diherikin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Gelek jin jî bi zarokên xwe yên cilên herêmî li wan kirin hatin qadê. Zilam jî bi şel û şepikên xwe tev li Newrozê bûn.    Berî ku pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin qad bi devî re tejî bû. Jinan bi coşa Newrozê berî ku pîrozbahî dest pê bikin, di ketinên qadê de bi stranan govend gerandin. Ciwan û zarok jî tev li govenda jinan bûn.    Girseya ku demekî dirêj di ketina qadê de hat sekinandin, bertek nîşanî polîsan dan û li noqteyên polîsan kom bûn. Berxwedana girseyê ku hewl da bi tililiyan bikevin hundir encam girt û gel bi lez girtin qadê.    BAL KIŞANDIN SER GIRTÎGEHAN   Ji bo agirê Newrozê were vêxistin li qadê amadekarî didomin. Ciwanan jî bi berxwedana “Bijî Berxwedana Zindanan” govend gerandin. Ciwanan sirûda Çerxa Şoreşa xwendin û bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” peyama ewil a Newrozê dan. Herikîna gel a qada Newrozê didome.