Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran 2022-03-20 13:48:26   ÎZMÎR - Li Îzmîrê, bi deh hezaran kes li Qada Gundogduyê li hev kom bûn û Newrozê bi çoş pîroz dikin.   Li Îzmîrê, pîrozkirina Newrozê ku bi şîara "Dem, dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin, bi dûrişmeya "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwdanê qezend bikin" dest pê kir. Îzmîrî, di saetên serê sibehê de ji bo ku bikevin Qada Gundogdûyê ji gelek deverên bajar hatin ber du nuqteyên kontrolê û li hev kom bûn. Girse saet di 13.00'an de ke qadê. Partiyên siyasî û sendîka bi pankart û dovîzan bi awaeykî kortej ketin qadê. Jin û ciwan bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê bûn û reng dan pîrozbahiyê.    JI QADÊ DÛRIŞM BILIND DIBIN   Bi deh hezaran kesên ku li Qada Gundogdûyê li hev kom bûne û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin, timik dûrişmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwdanê qezend bikin", "Silav silav hezar silav li Ocalan" , "Bijî têkoşîna gelan" , "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Denîz Poyraz nemire" hatin berzkirin.    WÊNEYÊN DENÎZ POYRAZ HATIN HILGIRTIN    Li qadê bi kurdî û tirkî pankarta "Dem dema serkeftinê ye" û "Newroz pîroz be" hatin vekirin. û wêneyên Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû kuştin hatin hilgirtin.    WELATÎ GOVEND DIGERÎNIN   Li qadê gel bi çoşeke mezin Newrozê pîroz dike. Girse li ber stanên Hunermend Roşkar govend digerîne.    WÊ AXAFTIN BÊN KIRIN    Wê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî û Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP)  Julîana Gozen biaxive û hunermend derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.