Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin 2022-03-20 14:26:06   ENQERE - Li Enqereya ku tovên berxwedana lê hat çandin, bi sedan welatî Newrozê pîroz dikin.    Li Enqereya ku di sala 1973’yan de tovên berxwedanê li qeraxê Bendava Çubukê hat çandin, îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Bi sedan welatî tevî hewa sar jî li Anitparkê kkom bûn û pîrozbahiya Newrozê li dar xistin.    Girse ji du baskan ve ket qada Newrozê. Wêneyên Denîz Poyraz, Garîbe Gezer û Kemal Kurkut hatin hildan.    Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu û Rêveberê Navenda HDP’ê Dogan Erbaş beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û ciwanan jî di nava pîrozbahiyê de cihên xwe girtin û qad tije bû. Li qadê dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Pîrozbahiya Newrozê bi coş berdewam dike.