Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist 2022-03-20 14:41:52     STENBOL - Agirê Newroza Stenbolê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Li pîrozbahiya Newrozê stran hatin gotin, dirûşm hatin berzkirin, welatiyan xelekên govendê gerandin û metna hevpar a pêkhateyan hate xwendin.    Newroza Stenbolê ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Yenîkapiyê tê pîrozkirin, bi coşeke mezin berdewam e. Tevî hewayê sar jî bi sedhezaran kesan di saetên serê sibehê yên zû de berê xwe dan qada Newrozê.    Bernameya Newroza ku bi coşeke mezin tê pîrozkirin, bi stranên hunermendên kolanan û hunermend Huriyeyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ji bo Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û hemû kesên di têkoşîna azadiyê û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin “ û “Bijî Serok Apo” berz kirin.     Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Atîlla Ozdogan axaftina destpêkê kir. Di pîrozbahiyê de hevserokên HDP’a Stenbolê Ferhat Encû û Îlknûr Bîrol derketin ser dikê û girse bi zimanên kurtî û tirkî silav kirin û Newroz li gelan pîroz kir. Piştre jî girseyê bi yek dengî dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin.    AGIRÊ NEWROZÊ DAYIKÊN AŞTIYÊ VÊXIST    Piştî axaftina destpêkê, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist. Di dema vêxistina agirê Newrozê de girseyê dirûşm berz kirin û stran gotin.    METNA HEVPAR A HEMÛ PÊKHATEYAN    Bi vêxistina agirê Newrozê re li ser navê hemû pêkhateyan metneke hevpar hate xwendin. Di metnê ji ewil hemû kes hat silavkirin û ev tişt hatin gotin: “Silav ji keç û kurên Demîrcî Kawa re ku bi hêvî û coşeke mezin ji her çar aliyên Stenbolê ve herikîn vê qadê. Silav ji her kesên çar aliyên welêt, zindan, kargeh, zom, çiya, deşt, kolan û zanîngehan li ber xwe didin.  Silav ji xwîşk û birayên çînî yên Kawayê Hesinkar û ji çîna karker a li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe didin. Silav ji bo kesên bi hewla avakirina cîhaneke nû, welatekî nû, jiyaneke nû û pêşerojeke nû li ber xwe didin. Silav ji bo jinên ku meydanê ji desthilatdariya mêrê serdest dixwin û destûr nadin tarîtiyê. Silav ji bo rêhevalên me yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û di dilê me de her hene.”    Di metnê de hat gotin ku ew şerên mêtingerên emperyal û hegemonyayê şer dikin û wiha bi dawî kir: “Em, polîtîkayên înkarkirina nasname û çanda kurd û elewiyan, polîtîkayên pişaftinê û yên statûya kurdan red dikin û polîtîkayên tecrîdê yên li ser nûnerên siyasî yên gelê kurd red dikin. Îro bi milyonên kesên li vê qadê û li qadên cuda yên welêt hatine cem hev; li dijî faşîzm û xizaniyê dengê xwe derdixînin. Newroz; têkoşîna pêkanîna hêviya aştî, xwîşk û biratî û wekheviyê ye. Banga me ji bo hemû gelan me ew e ku li dijî şer, faşîzm û xizaniyê mil bidin milê têkoşîna me.”    Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinên beşdaran û stranan didome.