Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre 2022-03-20 14:55:00   EDENE - Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Edeneyê bû û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriyan û banga xurtkirina berxwedanê kirin.    Newroza îsal li 72 navendan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Yek ji van navendan jî Edene ye. Pîrozbahiya Newrozê li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan tê pîrozkirin. Gel di saetên serê sibehê de ji taxan ber bi qada Newrozê ve herikîn. Qada pîrozbahiyê bi al û flamayên rengîn hatibû xemilandin û gel ji du noqteyên kontrolê re kete qadê. Li qadê pankartên "Bijî têkoşîna ciwanên şoreşger", "Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem, bijî Newroz", "Em ê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê têk bibin”, "Newroz pîroz be” û “Kemal Kurkut nemir e” hatibûn daliqandin. Bi ketina gel a qadê re dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN    Polîsan, welatiyên ku dixwestin bi cil û bergên xwe yên kurdî bikevin qadê astengkirin. Her wiha destûr nedan ku welatî bi zarokên xwe tev li pîrozbahiyê bibin. Welatiyan jî ev sepana keyfî ya polîsan protesto kirin û polîs neçar kirin ku paşde gav bavêjin. Polîsan xwe paşve kişand û welatî jî bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî Newroz” daketin qadê. Qada Newrozê bi cil û bergên rengîn ên jinan xemilî û girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriyan.    Di pîrozbahiyê de nûnerên HDP, HDK, EMEP, TÎP, TOP, ESP, KESK, SYKP, EHP, DBP û TJA’yê, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik û parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz jî amade bûn. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî girseyê Çerxa Şoreşê xwend. Bi xelasbûna Çerxa Şoreşê re welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Koma Şitlên Azadiyê derket ser dikê û girse li ber stranên wan coş bû. Hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş di pîrozbahiyê de axivîn û Newroza gel pîroz kirin. Bi xelasbûna axaftinan re Dayikên Aştiyê di nava çepik, tililî û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” de agirê Newrozê vêxist.    DÊ AXAFTIN BÊN KIRIN    Dê di pîrozbahiya Newrozê de parlamenterên bajêr Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz, siyasetmedar Sirri Sakik, endamê MYK’a SYKP’ê Betûl Aksu, endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Pelîn Kahîlogullari û Berdevka EHP’ê Ozge Akman jî biaxivin.    Piştî axaftinan dê hunermend derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.