DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir 2022-03-20 14:55:40 AMED - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ji bo rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût ên hatin binçavkirin bên berdan, banga lezgîn li rêxistinên çapemeniyê yên herêmî û biyanî kirin.    Hat hînbûn ku rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût ên polîsan ew di saetên serê sibê de li Amedê binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Nehat zanîn ku her du rojnamevan bi kîjan hêcetê hatine binçavkirin. Tê payîn ku her du rojnamevan di saetên pêş de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî têkildarî her du rojnamevanan bang li rêxistinên çapemeniyê yên herêmî û biyanî kirin.    DFG’ê diyar kir ku di demeke ku coşa Newrozê li hemû Mezopotamyayê tê jiyîn de, weke çapemenî bi operasyona binçavkirinê dest bi rojê kirin û wiha got: “Di saetên serê sibê de rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût, di encama serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin. Nayê qebûlkirin ku rojnamevanên ku tiştên li erdnîgariya me diqewimin ji cîhanê re radigihînin û coşa Newroza ku li herêma me tê jiyîn ji raya giştî re radigihînin bên hedefgirtin û binçavkirin.”   DFG’ê bi bîr xist ku Bozkûrt û Barût ji ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ ku 46 rojnamevan jê dihatin darizandin demekî dirêj di girtîgehê de mabûn, ji azadiya xwe mehrûm hatin hiştin û wiha berdewam kir: “Ertûş Bozkûrt ê bi salan e rojnamevaniyê dike endamê komeleya me ya DFG’ê ye. Di heman demê de endamê DÎSK Basin-Îş û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî ye. Tevî lêpirsînên derbarên wî de hatin vekirin û dozên hatin destpêkirin xebatên xwe domandine û paşve gav neavêtiye. Her çiqas em dizanin hevalê me bi îdiayên vala hatibe binçavkirin jî mehrûm mayîna ji azadiya xwe pirsgirêkeke mezin e. Divê tu rojnamevan rojekê heta saetekê jî ji azadiya xwe mehrûm nemîne. Ev binpêkirineke giran a mafê mirovan e.”   DEMILDEST BERDIN   DFG’ê xwest ku rojnamevan Bozkûrt û Barût demildest bên berdan û ev tişt got: “Ji bo ku Bozkûrt û Barût demildest bên berdan di serî de  DÎSK Basin-Îş û sendîkayên din, Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nasnekin (RSF) û Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) bang li hemû saziyên çapemeniyê dikin klu bikevin nava liv û tevgerê. Em dixwazin raya giştî jî di mijara xwedî derketina rojnamevanan de bihestiyar be û careke din dibêjin ‘Rojnamevanî ne sûc e!’”