Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar 2022-03-20 15:20:12   WAN - Li Wanê, piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn girse ber bi navenda bajar meşiya.   Piştî konsera Koma Lawje pîrozbahiya Newrozê Wanê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, bi dawî bû. Lê bi sed hezaran kesên ku nexwestin qadê biterikînin ji bo demekê li qadê man û piştre ber bi navenda bajar dest bi meşê kirin. Girse di meşê de ji bo daxwaza azadiya Ocalan dûrişmeyan berz kir. Kesên tevlî meşê bûn tiliyên xwe rakiri û nîşaneya serkeftinê kirin. Her wiha di meşê de sirûda "Çerxa Şoreşê" jî xwendin.    Polisan cih cih êrişî girseyê kir û xwest ku meşê asteng bike. Lê waniyan dev ji meşê berneda û heta navenda bajar meşiya.