Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da 2022-03-20 15:20:45   ÊLIH – Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê hil kir û cejna Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de sînevziyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku berê Newroz pîroz kiriye hat nîşandan.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê li qada kêleka otogarê ya li taxa Pazaryerî hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi coşek mezin dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji gundan, naçveyan û navenda bajêr berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran welatî bi cilên xwe yên netewî tevli pîrozbahiyê bûne. Welatî bênavber dirûşman berz dikin. Welatî ji du milan ve herikîn qadê.   Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi deh hezaran kes li qadê kom bûn. Welatiyan dovîzên bi nivîsên “Denîz Poyraz rûmeta me ye”, “Dem dema azadiyê ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” û “Edî bes e dem dema azadiyê ye” hildan. Welatiyên ku xwe bi rengên flamayên kesk, sor û zer xemilandine li ber stranên ji dika pîrozbahiyê bilind dibin govendê gerandin. Girse bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyana nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ciwanan wek her sal dîsa ciwanek danîn ser betaniyê û hilavêtin jorê.    ÖCALAN'IN KUTLAMA SESİ   Pîrozbahiyê bi rêzgiritinê dest pê kir. Pişt re jî sînevziyona ji dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku berê derbarê Newrozê de nirxandin kiribû pêk dihat hat nîşandan.    CIH LI QADÊ NEMA    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Acar, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Piştî hilkirina agirê Newrozê bi deh hezaran kes govenda azadiyê gerand. Li qada ku bi deh hezaran kes kom bûn kêliyek jî kelecan û kêfxweşî jê kêm nebû û veguherî qadek rengîn.    DAXWAZA AZADIYA OCALAN    Parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku qadên Newrozê bersiva gotina “taqeta wan nema” ya Serokkomar Erdogan dide. Başaran got tu êriş, astengî, qetlîma berxwedana Newrozê ya gelê kurd nesekinand. Acar anî ziman ku Batman yek ji bajarên kujer nediyar e û lê belê vî bajarî tu demê serê xwe netewand û îro li qadan rûmet û serkeftinê dide nîşandan. Başaran îro bi milyonan kes azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr dike û got: “Gel azadiya birêz Ocalan dxwaz dike. Divê li tavilê birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe.”    Axaftina Başaran bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hat birîn.    NEWROZA YEKÎTIYÊ    Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî axivî û diyar kir ku bi deh hezaran kes îro li vir bersiva zilmê dide û Newroz roja yekitiyê ye. Bucak destnîşan kir ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê li her qadê Newrozê bi coşek mezin pîroz dike û gelê kurd bi berxwedana Kawayan daxwazên xwe tîne ziman. Bûcak destnîşan kir ku Newroz roja azadî û yekitiyê ye.    ‘EM Ê AZADIYA OCALAN PÊŞWAZÎ BIKIN’    Cigirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan jî axivî û wiha got: “Em ji vê qadê bi hezaran silavên xwe ji berxwedêrên zindanan re dişînin. Em ji vir silavê xwe ji Ocalan re dişînin. Di vê cejna ku em têkçûna zaliman pîroz dikin, em ê azadiya Ocalan pêşwazî bikin. Wê ev îktidara faşîst têk biçe. Xeta têkoşîna me ya Rêya 3’emîn diyar e. Ev têkoşîn xwe li qadên Newrozê nîşan dide.”