Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan 2022-03-20 15:56:02   STENBOL - Li Stenbolê bi sedhezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de kom bû. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ew ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Ocalan.    Li Qada Yenîkapiya Stenbolê bi tevlibûna sedhezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Tevî hewa sar jî bi sedhezaran kom bû û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr kir.    Piştî metna hevpar a pêkhateyan ku tevli Newrozê bûn hat xwendin, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî.    ‘BI MILYONAN KES TECRÎDÊ TÊK DIBE’    Demîr a ku girseyê silav kir, bi bîranîna Kemal Kurkut, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer dest bi axaftina xwe kir. Demîr anî ziman ku ew ê keleha zilmê pergala îktidarê hilweşînin û got: “Têkoşîna jinan wê vê civakê azad bike. Bersivên herî baş îro li qadên Newrozê ji bo îktidarê tê dayîn. Gel ji şer û tecrîdê re dibêje na. Gel dibêje berxwedêrên zindanan berdin. Tecrîdê rakin. Guh bidin daxwaza bi milyonan kes. Wê îktidara we hilweşe û hûnê biçin. Îradeya gel dê we tarûmar bike. Hûn nikarin bîra Aysel Tugluk tune bikin. Bîra Aysel Tugluk bîra civakê ye. 24 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin û dîl hatiye girtin. Îro li vir sibê jî wê li Amedê tecrîda we were tarûmarkirin. Li van qadan îro hat nîşandan ku tecrîd rabûye û dê zindan hilweşin. Dem dema azadiya Ocalan e.”    ‘WÊ EV NEWROZ BIBE NEWROZA AZADIYA RÊBER APO’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Cejna gelan Newroz pîrozbe. Şeş sal berê faşîzma îro heye, li vê qadê hat avakirin. Lê îro bi sekna we ev faşîzm têkçûye. Newrozê ruhê serkeftinê ava kir. Bi bawerî û serkeftina gelê me ev qad bûye gora faşîzmê. Yên ku faşîzmê li vir ava kir, gelên me bi berxwedana xwe bersiva faşîzmê dan û têk bir. We nîşan da ku serkeftin a me ye. Rêya me rêya azadiyê ye. Bi vî ruhî re îsal bû sala azadiyê. Ruhê berxwedanê û azadiyê bi çirûska ku Mazlum Dogan pêxist geş bû. Ew ruh îro li qadan e. Ruhê vê serkeftinê ruhê yekîtiya neteweyî ya kurd e. Dema avakirina ruhê yekitiya neteweyî hatiye. Dem dema yekitiyê ye. Newroza îsal wê bibe newroza azadiya Rêber Apo. Bijî şoreş û gelê Kurdistanê. Serkeftin a gelê kurd û dostên wan e.”    Axaftina Bayindir bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hat qutkirin.    Pişt re Grup Vardiya derket ser dikê û stranên xwe got. Xelkê li ber stranan govend gerand.    Dû re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xîtabî gel kir. Sancar wiha axivî:    NEWROZA SERKEFTINÊ   “Em ê Newroza 2022’an bikin Newroza serkeftinê. Ji vê yekê u gumana me tune ye. Em ê bi ser bikevin. Tu hêza ku li pêş me bibe asteng tune ye. Ji ber ku ev agirê Newrozê hezar sal berê ji aliyê Kawa ve hatiye pêxistin didome. Dîsa agirê bi 3 çixatan li Zindana Amedê hatiye pêxistin gihiştiye milyonan û ev agir geş dibe. Bi hezaran hevalên me bi bedena xwe mîrateyek bi rûmet ji mere hiştine. Ji ber vê yekê teqez em ê bi ser bikevin. Em bi hevre bibêjin teqez em ê bi ser bikevin. Bibhîzin ey kesên şerxwaz. Guh bidin vî dengê bi rûmet. Hûn li vir biryara berxwedan û têkşînê dibînin. Bi milyonan soz dane dê bi vê biryarê aştî û serkeftinê bînin. Ev îqtîdar bi polîtikayên şer li ser piyan in. Dixwazin xwe bi şer bidominin. Ev şer li dijî mirovahî û li dijî xwezayê xwe dide meşandin. Ji ber vê yekê em ê berî her tiştî polîtikayên şer bidin rawestandin. Em ê berê rêya aştiyê  vekin. Ji bo vê yekê divê em berê pirsgirêka kurd çareser bikin. Newroz bi salan e bûye semola çareseriya demokratîk û aştiyê. Em li pişt deklerasyona ku di Newroza Amedê de hat xwendin in. Em li pişt projeya demokrasiyê ne. Em ji bo vê yekê têdikoşin.   JI ŞER RE NA   Gelê kurd bi salan e bi biryarî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ya girîng em vê têkoşînê bi têkoşîna hêzên demokratîk re bikin yek. Em soz didin ku em di vê rêyê de bimeşin. Hêza me heye. Roj dê bi vê qêrînê hilê. Em ê li dijî şer heta dawî aştiyê bixwazin. Em ê heta dawî ji bo mafê gelan têbişokin. Em ê ji bo demokrasiya herêmî têbikoşin. Têkoşîna herî dijwar têkoşîna aştiyê ye. Ji ber ku di şer de tenê tang û top naxebitin. Tenê polîs û leşker şer nakin. Bi heman rengî çapemeniya derewan jî şer dike. Em ê teqez aştiyê bînin vî welatî. Biji aştî. Bimre baronên şer. Ji polîtîkayên şer re na. Em aştî niha û li her derê dixwazin.   XETA SÊYEMÎN    Hin kesên sermayedar çavkaniya vî welatî talan û wêran dikin. Em destûr nadin vê yekê. Rêya çareseriyê rêya sêyemîn e. Xeta ku demokrasiya rastîn, aştiya rastîn û edaleta rastîn bîne, azadiya gelan bîne, jiyana hevpar a gelan bîne xeta sêyemîn e. Xeta ku li dijî mêtînger û dagirkeran derkeve xeta sêyemîn e.   Serokê giştî yê AKP’ê dibêje çi? Dibêje ‘Hûn dizanin buhayê guleyekê çiye?’ Em jî dibêjin ne pereyê guleyan, em mafê ked, nan û azadiyê dixwazin. Em ê hevalên xwe yên girtî azad bikin. Dengê me digêje hemû hevalên me yên girtî. Em ê di azadiyê de bên cem hev. Dem dema em di azadiyê de bigêjin hev e. Dem dema azadiyê ye. Hemû hevalên me yên girtî wê derkevin. Em ê bi hevre bimeşin. Em ê aştî, demokrasî û azadiyê bi hev re ava bikin. Di vê yekê de baweriya me tam e. Em ê bi ser bikevin.   NEWROZA AZADIYÊ    Ji hemû hevalên me yên dîlgirtî re azadî. Bi milyonan kesên hatine vir baweriya azadiyê ye. Newroza 2022’an Newroza fînalê ye. Newroza serkeftinê ye. Ev îqtîdar  çi lîstikê dilîze bila bilîze. Hemû bêfêde ye. Çi dikin bendavê dadixin ji sedî 7’an. Ji bo MHP’ê daxistin. Kê ev bend hilweşand. Me ev bend hilweşand. Li dijî me ev benda ji sedî 10’î anîn. Niha dadixin ji sedî 7’an û diyarî MHP’ê dikin. Lê xem nake. Em hilbijartina bê bend dixwazin. Em dixwazin nûnertiya her kesî li meclisê hebe. Em li vî welatî jiyana azad, wekhev û bi edalet dixwazin. Ev hikûmet bi salan bi polîtîkayên şer xwe dide jiyandin. Di hişmendiya vê îqtîdarê de firsenda şer heye. Hişmendiya aştî û demokrasiyê tune. Wê têkoşîna gelan a hevpar aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Em ê tevgera aştiyê ava bikin. Buhara gelan tê. Her ku em bi hêz bibin û her em bibin yek ew ê parçe bibin û tune bibin. Ji ber vê yekê dem dema serkeftinê ye. Bi vê baweriyê em li dora agirê Newrozê dibin yek. Ji bo em aştî, azadî, demokrasî û edaletê bînin dem dema serkeftinê ye.”   Pişt re nûner, hevserok, hevberdevkên pêkhateyên HDP’ê û HDP’ê derketin ser dikê û axivîn û peyamên xwe ji bo azadî, serkeftinê û Newrozê dan.