Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye 2022-03-20 15:56:54   COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji Newroza Colemêrgê re peyam şand wiha got: “Gelê kurd tu deman bêçare û bêçareserî nema ye. Çareya me jî çareseriya me jî hêz û berxwedana gelê me bi xwe ye.”   Li Colemêrga ku li qûntarê Çiyayê Sumbul hatiye avakirin û yek ji keleha berxwedana kurdan e bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Welatî tevî hewayê sar jî berê xwe dane Qada Newroza ku li Otogara 5 kîlometreyan ji navenda bajar dûr e.   ‘EM Ê LI DIJÎ ZALIMAN YEKITIYÊ AVA BIKIN’   Di pîrozbahiya bi rêzgirtinê dest pê kir de Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Kadîr Şahîn, spasiyên xwe pêşkeşî gelê tevlî Newrozê bûyî kir û wiha got: “Newroz yekitî ye. Em li vê qadê nîşanî zaliman bidin ku em ê yekitiya xwe ava bikin. Newroz pîroz be.”   MIDURÊ MIDURIYETA POLÎSAN JÎ LI NEWROZÊ YE   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Lokman Ozdemîr jî wiha got: “Îro jî ciwanên gelê kurd tên qetilkirin. Dehaq xelas nebûn lê gelan jî tu caran li dijî Dehaqan serê xwe ne tewandin û çok nedanîn. Em ê Dehaqan têk bibin. Dema axaftina Ozdemîr de Midurê Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê jî hat qada Newrozê. Midurê ku bi komeke parazvanan nav girseyê re çû protokolê, bi kesên li wir re bername temaşe kir. Di wê navberê de jî girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Em ê berxwedanê serbikevin” berzkirin. Midurê polîsan pişt re ji qadê veqetiya.    AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN   Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armût jî wiha got: “Newroz nasnameya me ye, Newroz pîroz be. Heta ku berxwedana me bi serkeftinê tacîdar nebe wê berxwedana me bidome. Dûre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, Hevserokên HDP’a Colemêrgê Lokman Ozdemîr û gelê Colemêrgê agirê Newrozê vêxistin.    LEYLA GUVENÊ JI BO NEWROZÊ PEYAM ŞAND   Pişt re peyama Hevseroka Kongreya Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin hat xwendin. Peyama Guvenê wiha ye: “Gelê me yê bi rêzdar hûn li derve em jî li zindanan ji şer, zext û bêedaletiyê re dibêjin êdî bes e. Em dibînin ku di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan de gel hatiye tecrîdkirin û ev tecrîd li hemû zindanan belav bûye. Di vê têkoşîna me ya mafdar de pêdiviya me bi kesê tune ye. Em weke jinên kurd dibêjin ku; em ê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yekitiya xwe ava bikin û bi avakirina tifaqa neteweyî em ji sedsala nû re gavê bi avêjin. Em sozê didin gelê xwe yê kedkar, em ê têkoşîna xwe ya mezin berçav bigirin û li her qadê li ber xwe bidin.   Em weke dîl girtiyên di zindanan de dibêjin ku; em destûr nadin ku ne desthilata faşist a AKP’ê û MHP’ê ne jî CHP û dostên wê hêviyên gelê me bidizin. Em bi awayekî zelal û vekirî dibêjin ku em ne mecbûr in li cem tu partiyên pergalê cih bigirin.    GELÊ ME NE BÊÇARE YE   Wekî din gelê kurd tu caran nebêçare û bêçareserî ye. Çareya me jî çareseriya me jî hêz û berxwedana gelê me bi xwe ye. Di kesayeta gelê Amedê de Newroza hemû gelê me yê li deverên cuda yên cîhanê li ber xwe didin pîroz dikin û hêvî dikin ku di rojên pêş ên azad de em ê di govenda mezin de hev werin gelhev. Newroz pîroz be. Leyla Guven. Zindana Xarpêtê.”   Pîrozbahî bi govenda ku bi stranên hunermend Kasim Dogan re hat gerandin berdewam kir.