Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin 2022-03-20 15:57:47   DÎLOK - Bi deh hezaran kes îro li Dîlokê herikîn qada Newrozê. Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrul di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Em ê tecrîdê bişikînin û rêhevalên xwe azad bikin.”    Newroza Dîlokê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî herikîn qada Newrozê ku bi flamayên HDP’ê hatibû xemilandin. Li qada Newrozê pankarta “Ciwan bi ruhê 68’an li her deverê ye” hatibû daliqandin.    Ciwan derketin ser daran û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Bi dirûşmên ciwanan re coşa girseyê jî zêdetir bû.    Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî girtiyên siyasî yên di zindanan de silav kir û wiha got: “Yên ku ji bo me digotin tune bûne, ew bi xwe tune bûn. Em îro bersiva herî xurt li qadên Newrozê didin wan. Mazlum Dogan digot; ‘Berxwedan jiyan e.’ Em vê baweriyê li ber xwe didin û dê bi ser kevin.”    SILAVA BERXWEDANÊ   Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya jî bertek nîşanî tundiya li ser jinan da û got ku tu jin êdî naxwaze ji hêla guleyên bav û birayan ve were kuştin. Kaya, axaftina xwe bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir.    Pinar Sakik (Keça Serokê DEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku di 3’yê mijdara 92’yan de hatibû qetilkirin) jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroz pîroz kir. Piştî axaftinan, koma erbaneyê ya Dengê Gel derket ser dikê û bi hezaran kes li ber awazên wan xelekên govendê gerandin.    PEYAMA YEKITIYA NETEWEYΠ   Piştî gerandina govendê, endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulcîhan Şîmşek axivî û wiha got: “Dem dema jinan e. Em li qad û zindanan li ber xwe didin. AKP-MHP, kurdan û jinan tune dihesibînin. Lê bersiva herî xurt li qadên Newrozê tê dayîn. Yekitiya neteweyî ya kurdan bo me gelek girîng e.”    Endamê MYK’a SYKP’ê Feyaz Çakmak jî destnîşan kir ku agirê Kawayê Hesinkar îro li her çar aliyên Kurdistanê hatiye vêxistin û xelkê Dîlokê jî xwedî li vîna xwe derketiye.    KOBANÊ NEKET   Di berdewama pîrozbahiyê de parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul axivî. Togrul, Abdulsamet Sakik bi bîr anî û got ku serkeftina îro bi saya têkoşîna Sakik û rêhevalên wan e. Togrul, diyar kir ku Kobanê neket û wiha domand: “Vaye Dîlok tê. Arîn Mîrkanan bedena xwe kirin çeper û Kobanê neket. Em li vir dîsa wan lehengan silav dikin.”    Togrul, bi domdarî bal kişand ser doza girtina HDP’ê û got ku cihên Fîrewn û Dehaq lê heyî, her wiha Kawa û Mazlum jî hene û dê li ber xwe bidin. Di berdewamê de Togrul bal kişand ser tecrîdê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi polîtîkayên tecrîdê, welêt hatiye tecrîdkirin. Lê divê baş bizanin ku em ê vê tecrîdê têk bibin. Yên ku girtîgeh veguherandine warên mirinê divê baş bizanin ku em ê rêhevalên xwe azad bikin.”   Piştî axatinan, hunermend Mîkaîl Aslan derket ser dikê û stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi dirûşm, tililî, çepik û govendan bi dawî bû.