Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş 2022-03-20 16:18:22   ESKÎŞEHÎR - Li bajarê Eskîşehîrê tevî hewayê sar jî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ev peyam derket pêş: “Tecrîda li Îmraliyê, êrişeke li dijî aştiya civakî ye.”   Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Hêzên Demokrasiyê ya bajêr bi sedan kes li Daristana Şitlan hatin ba hev û tevî barîna berfê û hewayê sar jî Newroza xwe bo coşeke mezin pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy beşdarî pîrozbahiyê bû û Koma Tersname, Koma Eren û Awazên Aştiyê jî derketin derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û têkoşîna hevpar a li dora Tifaqa Demokrasiyê tê birêxistinkirin.    ‘BERXWEDANA LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ’    Hevseroka HDP’a Eskîşehîrê Şukriye Ercan li qada Newrozê axivî û wiha got: “Newroz, sembola jiyana wekhev û aştiyane ye. Newroz ew roje ku gelên Mezopotamya û Anatoliyayê li dijî Dehaqan dibêjin êdî bes e. Ji Spartakûs heta Rahşan, Zekiye, Mazlum, Denîz, Îbo, Mahîr û Kawayan, roja têkoşîna azadiyê, berxwedana serdestan a li dijî faşîzm û mêtingeriyê ye. Tecrîda li Îmraliyê êdî li hemû girtîgehan berbelav bûye. Welêt, êdî veguheriye girtîgeheke bi tîpa F. Tecrîda li ser Îmraliyê, êrişeke li ser aştiya civakî ye.”    BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR    Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî girîngiya Newrozê vegot û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Ersoy, da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye û diyar kir ku divê li dijî vê rewşa aloz, têkoşîneke hevpar a piralî bê dayîn.    Pîrozbahiya Newrozê bi stran, govend û dirûşman bi dawî bû.