Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin 2022-03-20 16:21:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê, bi deh hezaran kes daketin qadên qadên Newrozê daxwaza azadiya Ocalan kirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, li Mêrdînê, diyar kir ku kesên ku siyaseta kurd înkar bikin wê têk biçin.  Li navçeyê Dêrik û Stewrê yên Mêrdîn, Meletî û Çewlikê bi deh hezaran kes herikîn qadên Newrozê û daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û peyamên bilindkirin têkoşînê dan.    MÊRDÎN    Li navçeya Dêrikê, di saetên serê sibehê de welatî bi kincên xwe yên herêmî herikîn qada Newrozê û qadên kincên xwe yên herêmî û rengên kesk, sor û zer xemilandin. Bi ketina qadê re welatiyan dest bi gerandina goevendê kir. Ji qadê timik dûrişmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Ebrû Gunay, Parlamentera HDP'ê ya berê Çağlar Demîrel, Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, endam û rêveberên HDP û BDP'ê yên Mêrdîn û navçeyê û bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Destpêkê Hevseroka HDP'a Mêrdînê Perîhan Agapoglû piştre jî Çaglar Demîrel gel silav kirin.    Piştî van axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin girseyê bi yekdengî dûrişmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.    AHMET TURK: DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN    Piştre pîrozbahiyê bi stranên humermend Ûmût Botan berdewam kir. Piştî stranên Botan Ahmet Turk derket ser dikê û axaftin kir. Turk, da zanîn ku kurdan ji bo azadiyê gelek bedel dane û wiha axivî: "Îro jî kurd bi bin zilmeke mezin de ne. Birêz Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye. Li zindanan bi hezaran hevalên me hene. Aysel Tûglûk bi nexweşiyeke ku nikare bê tedawîkirin ketiye. Mirovên ku nikarin li xwe binêrin li girtîgehan tên girtin. Rexmî vê rewşê jî gelê Dêrikê li pêşeroj û vîna xwe xwedî derket."   BANGA YEKITIYÊ   Di berdewamê de Turk banga yekitiya neteweyî li siyasetmedarên kurd û PDK'ê kir û ev tişt anîn ziman: "Em îro dibînin ku siyasetmedarên me re prisgirêkan derdixin û asteng dikin. Îro şer li Ûkrayna û Rûsyayê heye. Li Ûkraynayê herkes ji bo welatê xwe dest dide hev. Lê li çar parçeyên Kurdistanê em siyasetmedaran dibînin. Çavên xwe vekin û li dinyayê binêrin û yekitiya xwe pêlk bînin. Kesên ku siyaseta kurd înkar dikin wê biçin û têk biçin. Bawer im ku em ê roj bi roj xebatên xwe mezin bikin."   DUNDAR: DIVÊ OCALAN AZAD BE   Piştî Turk Parlamenter Pero Dundar jî axivî û got ku divê Ocalan azad be.    Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranan berdewam kir û bi dawî bû.    STEWR    Li navçeya Stewrê Newroz li gundê Ewana yê navçeyê hat pîrozkirin. Beriya saeta pîrozkirina Newrozê bi hezaran kes hatin gund û bi stranên "Li Mêrdîn Bagoke" û "Bêrîtan" cihê xwe li qada Newrozê girtin. Girse piştî ku li qada Newrozê li hev kom bû dûrişmeyên "Biji Serok Apo" , "Be Serok jiyan na be" , "Newroz pîroz be" berz kir û govend gerand. Bi rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbaiyê de destpêkê Hevşaredara Strewrê Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û got ku Newroz nikare bê qedexekirin.   Piştî Oncu Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin jî axivî û da zanîn ku Newroz li dijî dehaqan roja têkoşînê ye. Di berdewamê de Demîr, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê bi tecrîda li ser Ocalan li dijî hemû girtiyan tecrîd pêk tîne û girtiyên nexweş terkî mirinê kiriye.    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agirê Newrozê goven hat gerandin.    MELETÎ   Newroza Meletiyê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkuyê hat pîrozkirin. Meletî, di saetên serê sibehê de bi kincên xwe yên herêmî berê xwe dan qadan Newrozê. Beriya ku welatî bên polisan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatiyan di nuqteyê lêgerînê de derbas kirin û wisa berdan qadê. Qada Newrozê bi flamayen reng rengî hat xemilandin. Pankartên "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" li qadê hatin daleqandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li ser dikê jî wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kûrkût di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin.    'ŞEHÎD NAMIRIN'   Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rêxistinên sîvîl yên bajar beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha girseyî gelek caran “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbajî ji bo bîranîna Kemal Kurkut bi rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berz kirin.   Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkûş axivî û balê kişand li ser rewşa girtiyên nexweş. Piştî Bazkûş Endama MYK’a DBP'ê Gulşen Sîncar jî axivî. Sîncar jî siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û da zanîn ku ew li dijî şer, qirkirin û tundiya li ser jinê, li her devera Kurdistanê daketine qadan.   'EM Ê HESABÊ KEMAL KÛRKÛT BIPIRSIN'   Herî dawî jî Parlementerê HDP’ê ya Êlîhê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û ev tişt gotin: "Newroz ji bo me roja berxwedan û serhildanê ye. Ji Rahşanan heta Zekiyeyan, ji Mazlûm Dogan heta şehîdên Nisêbîn û Cizîrê em hemû şehîdên Newrozê bibîr tînin. Eger hûn bixwazin demokrasiya welatekî bibînin, li girtîgeh û dadgehan binêrin. Dozên ku piştî kuştina Kemal Kûrkût hatin vekirin hemû li wir in. Kêliya kuştina Kemal Kûrkût bi kamerayê hate kişandin. Lê yên ku Kemal Kûrkûtt di encama darizandinê de qetil kirin divê hesab ji wan bê pirsîn. Em ê ji dadgeha ku parastina polîtîkayên bêcezahiştinê hesabê bipirsin.”   Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û girseyî bi dirûşma “Newroz pîroz be” li dora agirê Newrozê govend gerandin.    Pîrozbahî ligel kilam û awazên Koma Çiya bi grandina govend bi dawî bû.   ÇEWLIK   Li Çewlikê navnîşana Newrozê Kolana Nexweşxaneyê bû. Rexmî hewa sar jî bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê û Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Beşdarên Newrozê timik dûrişmeya “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Gelek jin bi kincên herêmî tevlî pîrozbahî bûn û reng dan qada Newrozê. Demeke dirêj li qada Newrozê govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûlah Erdogmûş axivî û qala dîroka Newrozê kir û got ku di çanda kurdî cihê Newrozê girîng e.   Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin. Dayika Aştiyê Hakîfe Serînyel û HDP'iyan agirê Newrozê pêxist. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin gireya Newrozê bi yekdengî dûrşmeya “Bijî serok Apo” bilind bû. Piştî agirê Newrozê hunermend Nûrcan Degîrmencî derket ser dikê û stran gotin. Girseya Newrozê li ber stranên Degîrmencî govend gerand. Ji ber ku qada Newrozê teng ma gelek ciwan derketin ser diwaran û bûn hevparê çoşa Newrozê.