Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav 2022-03-20 16:41:30   AMED - Hat hînbûn ku rojnameger Ertûş Bozkûrt û Mikaîl Barût li ser îxbareke bênav ku ji polisan re hatiye kirin hatine binçavkirin.    Li Amedê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser mala rojnameger Ertûş Bozkûrt û Mikaîl Barût de girtibû û ew binçav kiribûn. Bozkûş û Barût li Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Bajar a Amedê tên ragirtin. Parêzeran bi her du rojnamegeran re hevdîtin kirin û sedema binçavkirina wan hîn kirin. Rojnamegeran da zanîn ku ji ber îxbareke bênav hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, bi Bazkûş û Barût re derbarê 36 kesan de li Navenda Banga Lezgîn îxbara bênav hatiye kirin.    S ÎXBARÊN CUDA    Bi giştî 5 îxbar hatine kirin; ji van îxbaran 4 jê di 18'ê adarê de saet di 18.42, 18.49, 18.50 ve 18.56'an de ya din jî di 19'ê adarê de saet di 00.12’an de hatiye kirin. Balkêş e hemû îxbar jî li pey hev hatine kirin. Hatiye angaştkirin ku wê kesên navê wan di îxbaran de cih digire plan kirine ku dê Newrozê de bûyeran derbixin.    13 KESÊN DIN JÎ BINÇAV KIRINE   Hat hînbûn ku li ser van îxbarên bênav bi rojnameger Bozkûş û Barût re heta niha Mehmet Noyan, Mehmet Yilmaz, Hacîre Tanirgan, Ahmet Sert, Îbrahîm Halîl Çetîn, Mûhammed Aytûlûn, Seymen Yildiz, Baver Noyan, Diyar Can, Serhat Aslandag, Şivan Şîmşek, Mûzaffer Tûnç û Mahîr Yildiz jî hatine binçavkirin.