Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne 2022-03-20 16:42:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê yê li Bazîd û Tetwanê ji aliyê bi hezaran kesan ve hat vêxistin. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku gelê kurd serê natewîne û got: “Em yek diçin hezar tên.”   Newroza 2022’yan ku bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” tê pîroz kirin, li navçeyên Bazîd û Tetwanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan ve hat pîrozkirin.   BI HEZARAN KES LI QADÊN NEWROZÊ YE   Ji saetên serê sibê ve gelek kes tevlî Newroza Bazîdê ya li rex otoparka vekirî ya avahiya şaredariyê hat pîrozkirin bûn. Bazidiyan tevî berf û hewayê sar jî qad dagirtin. Pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz Be” hatin daliqandin. Ji gundan bi hezaran welatî hatin Newrozê.    Piştî pîrozbahiyê dest pê kir Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan wiha got: “Newroza 2022’yan ji bo azadî û demokrasiyan bûye beyana vînê.”   Dûre Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç jî wiha got: “Kesên bêjin pirsgirêka kurd nîne bila werin li gelê Bazîdê binerin. Ji bo ku desthilat têkoşîna kurdan xelas bike bi awayekî sîstematîk êriş dike. Her roj êrişî gelê me dikin. Dixwazin têkoşîna me xelas bikin. Niha bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne û îşkence û mûameleya nebaş li wan tê ferzkirin. Lê wê tu car nikarin têkoşîna me xelas bikin.”   Koç, qala tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan kir û wiha axivî: “Li Zindana Îmraliyê tecrîdeke bêhempa tê meşandin. Makeqanûna xwe bi xwe jî binpêdikin. Bila tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin. Ocalan dikare hemû pirsgirêkên heyî çareser bike.”   ‘EM YEK DIÇIN HEZAR TÊN’   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî qala berxwedana gelê kurd kir û wiha got: “Gelê kurd tu caran li dijî zilmê serî netewandî ye. Dixwazin kurd bibin kole. Li dijî van zextan gelê me tu car netirsî. Em bi berxedanê hatin heta van rojan. Ew dê biçin em ê bimînin. Em ê bi kurdên azad re jiyana azad ava bikin. Em yek diçin bi hezaran tên bila vê qet ji bîr nekin.”   Piştî axaftinan gelê Bazîdê agirê Newrozê vêxist. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Aryen, Devrîm Çelîk û Evîn Sindî bi dawî bû.    TETWAN   Newroz li Bedlîsê jî li qada Fûarê ya Tetwanê hat pîrozkirin. Tevî dorpêça zêde ya polîsan jî bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Îbrahîm Baran ê li ser navê Komîteya Amedekar axivî, qala dîroka Newrozê kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê.    ‘JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN’   Pişt re endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Îlbasan axivî û bi lêv kir ku Newroz cejna berxwedanê ya gelan e. Îlbasan, qala 11 jinên li Amedê piştî hatibûn binçavkirin hatin girtin kir û wiha got: “Ji jinan ditirsin, ji têkoşîna jinan ditirsin, ji ber ku dizanin ku heta jin azad nebe wê civak jî azad nebe.” Îlbasan, diyar kir ku wê Newroz bibe wesîleya azadiya Ocalan û wiha axivî: “Heta ku birêz Ocalan azad nebe wê ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn jiyaneke bi rûmet nebe. Li girtîgehan bi hezarn girtiyên nexweş hene. Di kesayeta Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan de divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Di serî de heta tecrîda li ser Ocalan ranebe divê kes xwe azad qebûl neke.”   Parlamenterê HDP’ê yê BedlîSÊ Mahmût Celadet Gaydali jî wiha got: “Ji ber ku tevî vî hewayê sar hûn ji Dehaqên nû re bûn dengê Kawayê Hesinkar we ji dil û can silav dikim.” Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî gel silav kir û banga piştevanî û berxwedanê kir.    Piştî axaftinan tevî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hate vêxistin. Bernameya Newrozê bi stranên Koma Dengê Jinên Azad û hunermend Gulay Kaya bi dawî bû.