Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan 2022-03-20 16:48:54 ÊLIH - Li Êlihê, piştî pirozbahiya bi beşdariya deh hezaran, li kuçeyan agir hat vêxistin.    Pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê ku bi beşdariya deh hezaran pêk hat bi dawî bû. Piştî bidawîbûna pîrozbahiyê girseyê berê xwe da kolanan û li kolanan agirê Newrozê xêxist.   Girse ku ber bi Taxa Hîlalê ve meşiya tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Girse, piştî meşê agir vêxist û li dor agir govend gerand. Polîsan jî bi gaza îsotan û ava şid êriş bir ser girseyê. Ciwanan jî bi keviran bersiva êrişan dan. Rageşî piştî demekê bi dawî bû.