Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-03-20 17:02:22   MELETÎ - Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de polîsan ew qetil kir, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de bi guleya polîsekî hatibû qetilkirin, di salvegera 5’emîn a mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranîna li Goristana Toptaş a navçeya navendî ya Battalgazî ya Meletiyê de, kemana ku Kûrkût pir jê hez dikir, danîn ser gora wî. Malbata Kûrkût, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, endamên Rêxistina HDP’a Bajêr û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.  Dayika Secan Kûrkût ku gora kurê xwe hembêz kir, bi kurdî lorand.    Parlamenterê HDP’ê Ruştu Tiryakî yê di bîranînê de axivî jî wiha got: “Kemal Kûrkût ne tenê li Meletiyê li Amedê û li hemû bajarên din tê bibîranîn. Wê Kemal Kûrkût tu car neyê ji bîrkirin û di her Newrozê de were bibîranîn.”