Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû 2022-03-20 17:13:03   STENBOL - Newroza Stenbolê ku bi beşdariya sed hezaran pêk hat bi govenda çoş a gelan bi dawî bû. Di axaftinên ku li ser navê Tifaqa Demokrasiyê hatin kirin de daxwaza aştî, edalet û azadiyê hat kirin û girseyê bî dûrişmeya "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir.    Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi çoş hat pîrozkirin. Rexmî hewaya sar jî bi sed hezaran kes herikîn qada Newrozê û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dûrişme berz kirin. Di Newrozê de daxwaza azadiya Ocalan derket pêş. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Hevberdevka SODAP'ê Sevtap Akdag Karahali, Heverokê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Hevberdevkê Partiya Çepgir û Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz û Serkê Giştî yê TÎP'ê Erkan Başyek bi yek derketin ser dikê û beşdarên newrozê silav kirin û Newroza wan pîroz kirin.    SED HEZARAN BI YEK DENGÎ: BIJÎ SEROK APO   Piştî axaftinan Koma Sorjiyan derket dikê û stran gotin. Girseya Newrozê demekê li ber stranên komê govend gerand. Bi sed hezaran kes bi gerandina govendê re bal kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan û bi yek dengî dûrişmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serokê Apo" berz kirin.    AGIRÊ NEWROZÊ LI QADÊ HAT PÊXISTIN   Piştre jî hunermendê kurd Xêro Abas derket ser dikê û stranên xwe got. Biğ stranên Xêro Abas re jî girseyê govend ggirt û bi dûrişmeyên ku berz kir Newrozê pîroz kirin. Di van kêliyan de komeke ciwanan li qada Newrozê agirê Newrozê pêxistin û xwe di ser de avêtin.    DEST MEŞÊ KIRIN   Bi stranên Xêro Abas re bernameya Newrozê bi dawî bû. Piştî bidawîbûna Newrozê bi sed hezaran kes bi meşê ji Qada Yenîkapiyê veqetiyan. Girseya ku ji qadê veqetiya û dest bi meşê kir di kolanan de dûrişmeyan avêt.