Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê 2022-03-20 17:19:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûr û navçeya Elbistan a Mereşê bi hezaran kes bi coşeke mezin daketin qadên Newrozê û peyama berxwedanê dan.    Li Semsûr û navçeya Elbistan a Mereşê cejna Newrozê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.    SEMSÛR    Ji bo Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” hat pîrozkirin, li Semsûrê bi hezaran kes li Qada Newrozê ya li taxa Mîmar Sînan hatin ba hev. Rêyên ber bi Qada Newrozê ve diçûn ji hatin û çûna wesayîtan hatibûn girtin û welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve çûn. Li qada Newrozê pankarta ku wêneyê Kemal Kurkut li ser û bi nivîsa “Kawayê Hemdem Kemal Kurt nemir e” hatibû daliqandin. Polîsên ku di ketina qadê de noqteya kontrolê danîbûn, bi hinceta ku peyva “Kawayê Hemdem” re qala Mazlum Dogan tê kirin, gotin ku dê destûrê nedin ev pankart bikeve hundir. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyî pankart xist qadê û hilayîst. Welatiyên ku bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatibûn qadê, xelekên govendê gerandin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kesan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî komîteya amadekar û hevserokên HDP’ê yên bajêr gel silav kir. Agirê Newrozê, di nava çepik û tililiyan de ji hêla jinan ve hate vêxistin.    Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got ku tevî şert û mercên zehmet ên avhewayê jî gelê kurd bi coşeke mezin daket qadan û cejna xwe pîroz kirin. Dema Kaya qala astengiyên di Newrozan de hatine derxistin dikir, girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kirin. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd Newroz, veguherand roja berxwedana li dijî zaliman. Daxwaza me aştî ye û em dixwazin mirovahî bi ser keve. Em dixwazin hemû gel wekhev bin. Em aştî û azadiyê ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê dixwazin. Heke ev daxwaz, daxwaza terorîstan be, wê demê em ê heta dawiyê bibêjin aştî, edalet û wekhevî.”    Endamê MYK’a HDP’ê Tugut Oker jî bal kişand ser polîtîkayên zextê û got ku heke yekitiya xwe ava bikin, wê demê dikarin li dijî tarîtiya heyî têbikoşin û têk bibin.    Piştî axaftinan, hunermend Azad Bedran û Koma Jinawaz derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. Pîrozbahî bi dirûşm û tililiyan bi dawî bû.    MEREŞ    Ji bo pîrozbahiya Newrozê, li Taxa Cumhuriyet a navçeya Elbistan a Mereşê jî bi sedan kes hatin ba hev. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî dorpêça polîsan jî, hêj di saetên serê sibehê de qada pîrozbahiyê bi alên HDP’ê hate xemilandin. Polîsan, bi hinceta ku li ser pankarta “Dem dema serkeftinê ye” wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye, nehiştin ku were daliqandin.    Li navçeyê berfeke zêde dibariya lê belê welatiyan guh nedan û ketin qadê. Welatiyan li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. Di pîrozbahiyê de parlamenter Zeynel Ozen di serî de Newroz li hemû gelan pîroz kir û bal kişand ser girtiyên siyasî û got ku ew vê sepanê qebûl nakin. Ozen, qala doza girtina HDP’ê jî kir û destnîşan kir ku ew tenê yek kes jî bimînin, dê berxwedana xwe bidomînin.    Bi xelasbûna axaftinan re agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend derketin ser dikê û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Li qadê gelek caran dirûşmên “HDP gel e û gel li vir e” û “Bimre faşîzm” hatin berzkirin û welatiyan tililî avêtin. Di dema pîrozbahiyê de berf dibariya lê welatiyan guh nedanê û li rexekî govend gerandin û li rexa din jî xwe li ser agir avêtin.    Pîrozbahî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.