Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn 2022-03-20 17:22:29   MÊRDÎN - Kesên di Newroza Nisêbînê ya 1992’yan de hatibûn qetilkirin, li ser Pira Şehîdan bi qûrnefîlan hatin bibîranîn.    Kesên di pîrozbahiyên Newroza 1992’yan de li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê hatibûn qetilkirin li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatin bibîranîn. Girseya ku ji bo bîranînê hat gelhev ji noxteyeke nêzî qonaxa hikumetê heta Pira Şehîdan meşek li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de Dundar axivî.    BANGA TEVLÎBÛNA NEWROZA NISÊBÎNÊ    Dundar, tiştên di Newroza 1992’yan de qewimîn vegot û diyar kir ku di komkujiyê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Dundar, bi lêv kir ku ew hişmendiya ku ew komkujî pêk anî bû niha di hikumetê de ye û anî ziman ku îro jî komkujî, girtin û binçavkirin berdewam dikin. Dundar, da zanîn ku “desthilata şer” a wê demê tehamulî coşa Newroza wê demê nekir, li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihên din komkujî pêk anîn û wiha got: “Dîroka berxwedana Newrozê ji Nisêbînê dest pê dike. Ji ber vê yekê em her sal di 21’ê Adarê de ruhê wan rojan pêşwazî dikin.” Dundar, kesên di Newrozê de hatibûn qetilkirin bi bîr anîn û ji bo Newroza sibê li Nisêbînê were pîrozkirin banga tevlîbûnê kir.    Piştî axaftinê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û pişt re ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin, tevî dirûşmeya “Bijî Newroz” qûrnefîl avêtin Çemê Çag.