Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin 2022-03-20 17:40:07   ENQERE - Di pîrozbahiya Newroza Enqereyê de parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bal kişand ser têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq û wiha got: “Kawa li dijî Dehaq serî netewand. Em jî bi milyonan kes in û serî natewînin.”    Xelkê Enqereyê pîrozbahiya Newrozê li Anitparkê li dar xist. Di daketina qadê de du noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi tililiyan ketin qadê.    Di pîrozbahiyê de parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, endamê MYK’a HDP’ê Dogan Bariş, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de gelek welatî ketin qada Newrozê.    Pankarta “Newroz Pîroz be” li qadê hatibû daliqandin û qad bi alên Hêzên Ked û Demokrasiyê hatibû xemilandin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    ÇERXA ŞOREŞÊ HATE XWENDIN    Destûr nehat dayîn ku agirê Newrozê were vêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, girseyê bi yek dengî Çerxa Şoreşê xwend.    Di pîrozbahiyê de Kerestecîoglu diyar kir ku jin, karker, kurd û elewî li dijî zalimên heyî Kawa ne û wiha domand: “Me hêza xwe kir yek. Kawayên hemdem ên niha, gel, karker û jin in. Çawa ku Kawa li hemberî zilma Dehaq serî netewand, em jî weke bi milyonan kesan serî li hemberî zilmê natewînin. Em di vê Newrozê de dengê hevalên xwe yên dîl hatine girtin, diqîrin.” Piştî van gotinên Kerestecîoglu, girseyê çepik lê dan.    Kerestecîoglu bertek nîşanî doza ji bo girtina HDP’ê da û wiha bi dawî kir: “HDP, bûye hêviya gelan. Lewma ewqas êriş dikin. Va bû çend partî we girtin lê em dîsa li ser pêyan in. Tenê bi xwestina aştiya ji bo Ûkraynayê re ev mijar nabe. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Serkeftin.”    Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kirin.    Piştî axaftinan, hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e û gel li vir e” bi dawî bû.