Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre 2022-03-20 17:51:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Osmaniye, Antalya û Hatayê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin. Di axaftinên hatin kirin de ev peyam hat dayîn: “Bila AKP û MHP baş li van qadan binêrin.”   Li Osmaniye, Antalya û navçeyên Îskenderûn û Dortyolê yên Hatayê bi hezaran kes di Newroza îsal ya bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin de, hatin gel hev.    Di axaftinên pîrozbahiyan hatin kirin de li ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hat sekinandin û hat xwestin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Di axaftinan de ev peyam jî hatin dayîn: “Qesr û AKP û MHP ya ku dixwaze HDP’ê bigire bila baş li van qadan binêre. Em ê bi ser bikevin, em ê wan bi ruhê Newrozê bişînin. Îro gelê kurd li her qadê li ber xwe dide, wê berxwedana xwe bidomîne jî.”   Pîrozbahî bi stranên û govendgerandinê bi dawî bûn.