Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî 2022-03-20 18:04:35     ŞIRNEX - Li Silopiyayê piştî pîrozbahiya Newrozê girse bi sirûda "Çerxa Şoreşê" dest bi meşê kir.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Newroz bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî hat pîorzkirin. Di mîtîngê de herî dawî hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê. Piştî konsera Bagca, girse bi sirûda "Çerxa Şoreşê ber bi çarşiyê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.    Girse piştî meşê belav bû.