Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2022-03-20 18:12:00   ÎDIR - Li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê girtî Sînan Kaya yê 28 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê girtî Sînan Kaya yê 28 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kaya bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye darizandin û 3 sal ceza lê hatiye birîn û 8 meh berê piştî Dadgeha Bilind Cezayê wî erê kiriye, hatiye girtin. Hat hînbûn ku Kaya di Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de dima.   Hat ragihandin ku duh bi şev îdareya girtîgehê telefonî malbatê kiriye û gotiye kurê wan xwe kuştiye. Piştî vê malbata Kaya çûye nexweşxaneyê û cenaze wergirtiye û li bajaroka Xoşxeberê defin kiriye.    Malbatê li bajarokê şîna Kaya daniye û diyar kir ku bawer nakin ku Sînan Kaya xwe kuştibe û ji bo zelalkirina bûyerê bang kir.