Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin 2022-03-20 18:42:35   AMED - Ji ber Newroza Amedê ku dê sibê bê pîrozkirin, hin rê hatin girtin.    Ji ber Newroza Amedê ku dê sibê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bê pîrozkirin, hin rê li trafîkê hatin girtin.   Walîtiya Amedê daxuyand ku dê rêyên li jê navên wan hatine diyarkirin sibê saet ji 9'ê serê sibê heya 5'ê êvarî bên girtin.    Rêyên dê bên girtin ev in:   * Bulwara Qamişlo   * Kolana Newrozê (Kolana Sêwregê û Kuçeya 1175'an-rêya hemberî Kolana Newrozê)   * Kolana Evrîm Alataşê (navbera Kolana Aram Tîgran û Kolana Şengalê)   * Kolana 2 a Yenîhalê (navbera Bûlwara Qamişlo û Kuçeya 1192'yan-Kolana Yenîhalê) û kuçeya 1024, 1193, 1191, 1142, 1149, 1149/1, 1145 (ên ber bi Bûlwara Qamiloyê ve diçin).