Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê 2022-03-20 18:54:45   EDENE - Li Edeneyê polîsan êriş bir ser endamên Wefqa Fûrkanê ku xwestin bimeşin. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin û damezrînerê weqfê Alparslan Kûytûl û yên li cem wî di depoyekê de hatin sekinandin.    Li Edeneyê endamên Weqfa Fûrkanê xwest bi navê "Meşa Azadiyê" meşekê li dar bixin. Endamên Weqfê di dema meşê de bi êrişên polîsan re rû bi rû man. Polîsan bi fîşekên plastîk, bi gazê û copan êriş bir ser endamên weqafê. Di dema êrişan de polîsan damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl û yên li cem wî di depoyekê de dan sekinandin.