Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn 2022-03-20 20:08:26   AMED - Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Yasemîn Uçer, diyar kir ku amadekariyên Newroza Amedê temam bûne û sibê li benda milyonan e.    Amedkariyên ji bo Newroza Amedê ku dê sibê bi dirûşmeya "dem dema serkeftinê" li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bê pîrozkirin temam bûn. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Yasemîn Uçer, destnîşan kir ku her tişt amade ye, sibê li benda gelê kurd in.    Uçer got: "Amadekariyên ji bo mêvanan, xemilandina qadê, afîş, pankart, ala hemû qediyan. Amadekariyê ji bo metna ku dê hemû kurdan li hev bicivîne û yekitiya kurdan ava bike jî qediyan."   Uçer, anî ziman ku kurd bi hezaran salin xwedî ruhekî berxwedêr in û her diçe destkeftiyên xwe zêdetir dikin. Uçer got: "Kurd di nava xwe û jiyana xwe de xwedî ruhên Newrozê ne û li gor vî ruhî tevdigerin. Îsal sala vî ruhî ye, sala ji nû ve hîskirinê û zêdekirina serkeftinan e."    Uçer, destnîşan kir ku dê Newroza îsal bibe Newroza yekîtiya neteweyî û serkeftinan û got: "Pêdiviya kurdan vyekitî bi xwe ye. Sibê ev qad dê bi hatina mîlyonan ji bo aştiyê bang bike. Dê pêşî li ber demokratîkbûna welat veke. Îsal dê bibe sala 'Kawayên Hemdemî'. Em taybetî bang li amediyan, Gelê kurd, saziyên sivîl, rêxistinên demokratîk dikin ku bi ruhê Newrozê qada Newrozê tije bikin. Me ji bo we her tişt kir, hemû amadehiyên me temam in. Kêmasiya me tenê hûn in. Em sibê bi hev re li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bikin."