Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin 2022-03-20 20:51:58   AMED - Li Amedê bi beşdarbûna 18 Rêxistinên Civakî yên Sivîl resepsiyona Newrozê bi şahiyek taybet hat lidarxistin.    Bi pêşengiya Rêxistinên Sivîl ên Amedê li oteleke navçeya Sûrê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Serok û nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedarên kurd, rêvberên partiyên siyasî, gelek rewşenbîr û bi sedan kes tevli resepsiyonê bûn.    Di resepsiyonê de bi zaravayê kurmancî û zazakî yên kurdî û bi tirkî daxuyaniya hevpar a li ser navê 18 rêxistinên sivîl hat xwendin. Metna zazakî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, metna kurmancî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û metna tirkî jî ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat xwendin.    Metna hevpar a rêxistinên sivîl wiha ye:   “Gelî Mêvanan, Newroz zindîbûn e, Newroz destpêka rojek nû, xelasiya zivistana reş û tari û hatina bıharê ye .    Li dinyayê gelek netew, hatina biharê wek cejnekî pîroz dikin.  Helbet ji bo kurdan bi taybetî wateya Newrozê, ronahiya Kawayê Hêsinkar e ya ku li hemberî zulma Dehaqê zalim hatiye vêxistin. Ev ronahiye jî di heman demê de mizginiya azadiyê ye û simbola rojhelatinê ye ji bo gelên Mezopotamyayê. Digel ku sedsal jî di serê re derbas bûne, hemû cihên ku kurd lê ne, roja 21’ê Adarê ku bûye roja berxwedana li hemberî zilmê , bi hêvî û çoşekê mezin pêşwazî dikin.   Lê pîrozbahiyên Newrozê yên ku ev gel bi çoşeke mezin dixwaze pîroz bike li Kurdistanê bi salan hat qedexekirin. Digel qedexeyan jî Newroz hatin pîrozkirin, di wan Newrozan de xwîn hat rijandin û hêstir hatin barandin, mixabin ew Newroz di hişê herkesî de wek bîranînên nexweş cîh girtibû. Lê ya rastî Newroz simbola destpêka azadiyê, aşitiyê, biratiyê bû û xelasiya xerabiyan bû.   Di vê roja watedar de jî li deverên dinyayê yên cur bi cur şer bi hemû rûxandina xwe berdewam dikin. Zilm û zordariyên li ser gelan bi hemû bêrehmiya xwe didome. Sedema şerê ku 40 sal in li welatê me didome bi dehhezaran hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi mîlyonan hemwelatî hatin sirgûnkirin û bûn koçber. Car bi caran em bi hêvî bûn şahidê çareseriya meseleya Kurd a aştîyane. Lê belê hemû pêvajoyên ku hatin destpêkirin berovajiya hêviyên civakê bêencam man, aşîtî û aramî pêk nehat. Ligel hemû tiştên ku hatine jiyîn jî em dibêjin em şer, pêvçûn û tundiyê naxwazin û di aşitiyê de em bi israr in. Piştî ewqas êş û janên ku me kişandin di vê erdnigariyê de tiştên ku em ê bipeyîvin divê tenê aşîtî be.   Îro li vê qada dîrokî tevî hemû reng û cudahiyên xwe bi hêviyên ku Newrozê di me de afirandiye û ji bo aşitiyê em bi hev re ne. Bi vê sedemê em vê cejna ku gelê Mezopotamyayê ku azadiya xwe bi dest xistine û vê Cejna Newrozê ya xweş a ku derketiye holê li serî de hemû Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejnê qebûl dikin pîroz dikin.   Hûn bi xêr û xweşî hatin.”   Piştî xwendina daxuyaniyê ji aliyê nûnerên 18 rêxistinên sivîl ve agirê Newrozê hat vêxistin.    Piştî daxuyaniyê Koma Ma Musicê derket ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerand.    Resepsiyon piştî şahiya bi stranan bi dawî bû.