Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê 2022-03-20 23:35:26   COLEMÊRG - Li Geverê ciwanan agirê Newrozê vêxist û piştî pîrozbahiyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.    Li Taxa Ormanê ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan Newroz pîroz kir û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwanên li taxê li hev kom bûn agirê Newrozê vêxistin û bi teqandina fîşekên hewayî û dirûşmeyan Newroz pîroz kirin.    Piştî pîrozbahiyê ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li nava taxê dest bi meşê kirin û dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji bo Ocalan" berz kirin.    Her wiha şêniyên taxê jî bi çepikan û tilîliya piştgiriya çalakiya ciwanan kirin.    Piştî demekê polîsan êriş bir ser ciwanan. Polîsan bi wesyîtên zirxî serê kuçeyan girtin û agirê ku ciwanan vêxistibû temirandin. Ciwanan jî bi keviran bersiva êrişên ciwanan da.