ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-21 08:00:00   * Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di êrişên hêzên PDK'ê de hatibû qetilkirin, li dû xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke wê bi xwe çêkiriye nivîsandî û gelek bîranîn hiştin.    * Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Tekman, Konya û Ceyhanê dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-16.00) ZINDÎ   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 378'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Geziyê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Baroya Îzmîrê berdewam bike. (13.00)