Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye 2022-03-21 08:30:30   RIHA - Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di êrişên hêzên PDK'ê de hatibû qetilkirin, li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke wê bi xwe çêkiriye nivîsandî û gelek bîranîn hiştin.    Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûgba Akyilmaz) di 3'yê adara 2017'an de li bajaroka Xanesorê ya Şengalê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hedef hatibû girtin û bi giranî birîndar bûbû û di 22'yê adarê de li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest dabû. Erhan, li pey xwe rojnivîskeke ku bi alfabeyeke wê bi xwe çêkiriye nivîsandî û gelek bîranîn hiştin.    Nûjiyan ku di sala 1987'an de li navçeya Cirnê Reş a Rihayê ji dayik bûye, ji ber ku bavê wê karmend bû piştî wextekê tevî malbata xwe çûye navenda Rihayê. Erhan, li vê derê dibistana navîn û amadehiyê kuta kir û di sala 2005'an de jî fakulteya avahîsaziyê qezenc kir. Lê bêyî ku belgeya xwe ya endam ezmûnê bibîne di sala 2005'an de tevli çalakiyên mertalên zindî bû û çû Qendîlê. Erhan gava wekî emrtala zindî çûye Qendîlê hew vegeriyaye û li başûrê Krudistanê, Qendîl û Şengalê rojnamevanî kir. Di dema êrişên DAIŞ'ê yên 3'yê Tebaxa 2014'an de ji bo bibe dengê jinên êzdî, çû Şengalê. Erhan, li vir komeke ji jinên ciwan pêk dihat ava kir û ew wekî nûçegihan gihandin û li vir nûnertiya çapemeniya azad kir.    Erhan, di 14-15 saliya xwe de dest bi nivîsandina rojnivîskekê kir. Ev rojnivîska xwe bi hejmar, îşaret û tîpan nivîsandiye. Heya niha jî kesekî ev rojnivîsk ji hev dernexistiye. Lew re tê gotin ku Erhan ev alfabe çêkiriye û ji ber vê kes ji rojnivîskê fêm nake. Ji paş lênûskê dest bi rojnivîska xwe kiriye û her wiha çend rûpelên wê yên ewil jî tune ne. Li hêla hundir a bergê jî kulîlkeke hişkkirî hatiye bicihkirin. Di rûpela ewil de jî helbesta bi navê "Gitme" (Neçe) ya helbestvan Yilmaz Odabaşi hatiye nivîsandin.    MA / Mujdat Can