Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin 2022-03-21 10:52:23   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda xwe ya Edaletê didomîne, banga kir ku Newroz bi edaletê be tacîdarkirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe di 9'ê adara 2021'an de dabûn destpêkirin, di roja 378'an de berdewam dike. Ji ber ku nexweşîna xwe Emîne Şenyaşar nikaribû tevlî nobedê bibe. Ferît Şenyaşar nobeda wan li ber Edliyeya Rihaye didomîne.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "21'ê Adarê weke zindîbûna biharê bibe şiyarbûna rayedaran. Li ber derê Edliyeya Rihayê heqîqet heye. Reva ji heqîqetê ne çareserî ye. Wer in em Newroza 2022'yan bi edaletê tacîdar bikin."