Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê 2022-03-21 10:58:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Konya, Ceyhan û Tekmanê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin.    Pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tên lidarxistin, li her çar aliyan berdewam in. Newroz, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tên pîrozkirin. Di heman demê de partiyên Tifaqa Xebata Kurdistanî û partiyên çep sosyalîst û rêxistinên demokratîk jî di pîrozbahiyan de cih digirin. Starta pîrozbahiyên Newroza îsal di 15’ê adarê de li Bêşebapê hate dayîn ku li ser sînorê başûrê Kurdistanê ye. Îro jî li li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Konya, Ceyhan û Tekmanê Newroz tê pîrozkirin.      BI SED HEZARAN KES DIHERIKE NEWROZA AMEDÊ      Fînala Newroza sala 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Parka Newrozê ya Rezan a Amedê tê lidarxistin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de bi sed hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi tililî û dirûşman berê xwe dan Qada Newrozê. Niha bi sed hezaran kes li qadê kom bûye. Li Qada Newrozê brandayên mezin ên “Newroz pîroz be” hatiye daliqandin ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û bi zimanên tirkî, ermenikî, erebî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di heman demê de li ser dika protokolê jî bi zaravayên kirmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin.     Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo ku têkiliya di navbera gel û protokolê de ji hev qut bike, di navberê de têlên bi firehiya 3 mîtroyan raxistibûn. Lê hêj Newroz dest pê nekirî ev têl ji hêla ciwanan ve hatin rakirin.    Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome.   BI HEZARAN KES HERIKÎ NEWROZA WÊRANŞARÊ      Yek ji navendên Newroza îsal jî navçeya Wêranşar a Rihayê ye. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Mezatê li dar xistin. Di saetên serê sibehê de bi sedan kesan berê xwe dan qada Newrozê û di ketina qadê de gelek kes di rêzê de man. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên rengîn û neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir. Pîrozbahî bi axaftinan didome.    Piştî axaftinan jî dê hunermend Cemîl Koçgirî û Şîlan Dora derkevin ser dikê.    XELKÊ CIZÎRÊ BI RUHÊ NEWROZA 92’YAN DIHERIKE QADÊ      Pîrozbahiya Newroza Cizîr a Şirnexê li Qada Newrozê ya TOKÎ’yê tê lidarxistin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê ve gel ber bi qada Newrozê ve kete rê. Yên ku ji ewil xwe gihandin qada Newrozê jî jinên Botanî bûn. Jinan cil û bergên xwe yên rengîn ên kurdî li xwe kiribûn, di destên wan de jî flamayên bi rengên kesk, sor û zer hebûn. Vê renginiya jinan li noqteyên kontrolê jî dîmeneke xweş çêkir.    LI NISÊBÎNÊ COŞA NEWROZÊ     Pîrozbahiya Newroza Nisêbînê jî li kêleka Bariş Petrol a Nisêbînê tê lidarxistin. Bi rojan beriya niha amadekariyên Newrozê hatibûn destpêkirin û xelkê Nisêbînê hêj di saetên serê sibehê ve bi cil û bergên xwe yên kurdî ber bi qada Newrozê ve herikî. Welatî, ji du baskan ve dikevin qada Newrozê û qad bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.    Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome.   LI AGIRIYÊ DIRÛŞMA OCALAN     Navendeke din a ku Newroz lê tê pîrozkirin jî Agirî ye. Newroz, li kêleka Stadyumê tê pîrozkirin û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Xelkê Agiriyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin.    Dê parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de biaxive û pişte jî dê Koma Pel û Batman Kolektîf derkevin ser dikê.    LI GEVERÊ PÎROZBAHIYA BI KELECAN    Yek ji navçeyên berxwedanê Gevera Colemêrgê ku sê parçeyên Kurdistanê, bakur, rojhilat û başûr digihîne hev bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê tê lidarxistin. Hatina xelkê Geverê ya qadê didome. Demek dirêj welatî li nokteyên polîsan hatin rawestandin û li ber barîkatên polîsan govend gerandin û pişt re xelk ket qadê. Tevî hewaya sar jî xelkê Geverê li qadê kom bûye û govendê digerîne. Kelecana Newrozê hêjayî dîtinê ye û welatî dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz dikin.    BI HEZARAN KES LI SÊRTÊ HERIKÎN QADA NEWROZÊ Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Sêrtê bûne, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li qada Newrozê alayên HDP’ê û alên ku Newroz li ser hatiye nivîsandin hatibûn daliqandin. Her wiha jin, zarok, ciwan, pîr û kalan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilî bû. Bi hezaran kes niha li ber stranên kurdî govendê digerînin. Niha jî hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi coşeke mezin didome.